Tevî ambargoyê jî Rêveberiya Xweser alîkariya şêniyan dike

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê alîkariya gelê Efrînê yê neçarî koçberiyê bûye û li kantona Şehbayê bi cih bûye, dike. Da ku bandora dorpêça ku rejîma Sûriyê lê ferz kiriye, kêm bike.

Rejîma Sûriyê nahêle ku şêniyên Efrînê yên neçarî koçberiyê bûne û li kantona Şehbayê xwe bi cih kirine ku di nexweşxaneyên bajarê Helebê de werin dermankirin. Her wiha li beramberî derbaskirina sotemenî, pêwîstiyên tenduristî û madeyên xwarinê ji kantona Şehbayê re pereyan ferz dike.

Ji aliyekî din ve jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Şehbayê bi hemû cureyên çekan bi awayekî rojane topbaran dikin.

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê tevî derfetên kêm alîkariya şêniyan di aliyê xizmetguzariyê dike û pêwîstiyên şêniyên di kamp û gundan dike, her wiha rêveberî madeyên xwarinê belav dike.

Her wiha rêveberî kehrebeyê bê pere dide gund, bajarok û kampan û tevî ambargoya ku li ser hatiye ferzkirin, rêveberî di aliyê xizmetguzariyê de alîkariya şêniyan dike.

Şênî tekez dikin ku ew ê li hember komployên li dijî wan bisekinin û xeta berxwedanê berdewam bike heta Efrînê rizgar bikin.

Endama Meclisa Bajarokê Fafînê Sena Berekat got rejîma Sûriyê dorpêçeke xeniqandî li ser şêniyên Efrînê yên ji ber kiryarên dewleta Tirk a dagirker neçarî koçberiyê bûne û xwe li kantona Şehbayê bi cih kirine, ferz dike û ji ber wê xwe bi rêxistin kirine da ku alîkariya şêniyan bikin.

Sena Berekat di berdewama axaftina wiha anî ziman: "Rêveberiya Xweser tevî dereftên kêm jî lê alîkariya şêniyan di jiyana wan a rojane de dike û pêwîstiyên wan bi cih tîne."

Welatiyê bi navê Welat Oso jî tekez kir ku rejîma Sûriyê hewl dide bi rêya ambargoyê berxwedana wan têk bibe û wiha bi lêv kir: "Lê berxwedana me her tim li hemberî siyasetên wan zêde dibe."

Oso destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gund û navçeyên kantona Şehbayê topbaran dike.

Welatiya bi navê Salîhe Mihemed destnîşan kir ku ji ber siyasetên ku armanca wan hemû pêkhateyên herêmê werin tunekirin, ew di kampan de di nav rewşên zehmet de ne. Salîhe diyar kir ku rejîma Sûriyê Efrînê wek parçeyekî Sûriyê nabîne.

Di dawiyê de Salîhe tekez kir ku tevî hemû rewşên ku tê re derbas dibin, ew ê berxwedana xwe heta rizgarkirina Efrînê berdewam bikin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din