Tevî agirbestê li herêmên"qaşo bêçek"şer berdewam e

Li herêmên"qaşo bêçek"îro li eniyên Cebel Ekrad, başûr û başûrê rojhilatê bejahiya Idlibê, di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de sere diqewime.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li herêmên"qaşo bêçek"ji duh bi şev û heta vê kêliyê aramî heye, di heman demê de li eniyên Îcaz ên li bejahiya Idlibê di navbera çeteyên Tirkiyê û hêzên rejîmê de şer bi çekên giran rû dide.

Di saetên derengiya şevê û vê sibê  hêzên rejîmê êrîşî eniya El-Ketîbê ya li rojavayê Ebû Dehûr a li rojhilatê Idlibê, Kefersecna û başûrê wê û eniya Kebanê ya li bakurê bejahiya Laziqê kirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê eşkere kir ku li herêmên"qaşo bêçek"ji saetên sibê ve balafirên keşfê digerin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir ku ji 30`ê Nîsanê ve û heta îro, di encama şer û topbaranê de 4 hezar û 155 kesan jiyana xwe ji dest dan, di nav de jin û zarok hene.

Tê zanîn ku ji 31`ê Tebaxê ve li herêmên"qaşo bêçek" ji aliyê Rûsyayê ve agirbest hate ragihandin, lê tevî vê yekê hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê agirbestê binpê dikin û carcaran balafir li asmanê herêmê digerin û nuqteyên çeteyan dikine armanc.

Di destpêka meha Tebaxê de agirbest hate ragihandin, lê zêde berdewam nekir û hêzên rejîmê dîsa dest bi oparasyonên di  30`ê Nîsanê de kir. Lewma di kêmî mehekê de hêzên rejîmê bakurê bejahiya Hema û parçeyên başûrê bejahiya Idlibê, di nav de bajarê Xan Şêxûna stratejîk serwer kirin.

(eh)


Mijarên Din