Tevî agirbestê jî li “herêmên bêçek" şer berdewam e

Di saetên derbasbûyî de li “herêmên bêçek" di navbera hêzên rejîmê û komên çete yên desteka xwe ji Tirkiyê werdigirin, şerekî dijwar rû da û di encamê de efserekî hêzên rejîmê hat kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku komên çete bi topavêjan êrîşî nuqteyên hêzên rejîmê yên bajarokê Medaya yê li başûrê Idlibê kir.

Her wiha hêzên rejîmê û komên çete li eniyên beramberî hev operasyon pêk anîn û di encamê de efserekî hêzên rejîmê yên li eniyên Kerkat ê li Çiyayê Şehşebo yê li bakurê rojavayê bejahiya Hemayê, hate kuştin.

Navendê şerê dijwar ê hêzên rejîmê li dijî  herêmên qaşo bêçek belge kir û eşkere kir ku di saetên derengiya şeva şemiyê û vê sibê de bi dehan topavêjan herêmên Hêş, Kefersecna, Meret Herma, Rekaya, derdora Merzêda ya li başûrê bejahiya Idlibê kirin armanc û heta niha agahiyên têkildarî windahiyan tune ne.

Piştî civîna dewletên garantor ên Astanayê li herêmên qaşo bêçek agirbest hate ragihandin, lê tevî vê yekê jî şer berdewam e.

Çavdêran diyar kir ku nîqaşên di civîna ku nakokiyên dewletan der heqê wê de derketin holê,  Rûsya derfetê dide Tirkiyê ku hevpeymana berê ya Soçiyê pêk bîne, Heyet Tehrîr El-Şam û Huras El-Dîn ji holê rake û rejîm serweriya rêya bazirganî ya navneteweyî bike.

(eh)


Mijarên Din