Tevî 33 rêxistin û komeleyên mirovî, rewşa kampa Holê dijwar e

Tevî 33 rêxistin û komeleyên mirovî yên li kampa Holê ya Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene, lê rêveberî rû bi rûyî astengiyên dijwar e. Rêxistinên mirovî û NY’yê rewşa kampê paşguh dikin. Bi nêzbûna zivistanê re rewşa kampê dijwartir dibe.

Kampa Holê ya ku 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji mezintirîn kampên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Tê de 71 hezar koçber û penaberên ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên xwe ji bajarokê Baxozê yê berîka dawîn ku radestî QSD’ê kirine, hene.

Kamp dabeşî 7 beşan dibe. Koçberên Iraqê yên di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Mûsilê sala 2014’an de li ser 3 beşan in. Di beşa 4’emîn de jî koçberên Sûriyê yên ji (Heleb, Hums, Dêrazor, Idlib, Reqa û Tebqa) hene. Beşên 5, 6 û 7 malbatên çeteyên DAIŞ’ê hene û ji wê zêdetir jî beşeke taybet bi navên "koçberên jin" ku tê de malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî dimînin, hene.

Li gor rayedarê Buroya Têkiliyên a kampa Holê Mihemed Beşîr, hejmara şêniyên kampa Holê 71 hezar û 862 kes in. Ji wan hin Iraqî ne û hejmara wan 30 hezar û 890 kes in ji eslê 8 hezar û 670 malbatî. Li rexê jî hejmara sûriyan 30 hezar û 972 kes in. Li aliyekî dîtir jî 10 hezar kes ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî ku ji 47 dewletên Asya û Ewropayê hene.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide tevahî daxwaz û pêdiviyên şêniyên li kampa Holê, ji kon, av, xwarin, cil, sotemenî...hwd dabîn bike. Ji wê jî zêdetir tevahî xebatên xizmetguzariyê yên binesazî ji kanalîzasyon, kehbre, vekirina rêyan li nav kampê piştî paşguhkirina rêxistin û komeleyên sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin, pêşkêş dike.

33 rêxistin û komeleyên heyî li kampa Holê hene, lê belê...!

Li kampa Holê 33 rêxistin û komele yên girêdayî saziyên cîhanî hene. Lê belê tu xizmetguzarî û pêdiviyên şêniyan dabîn nakin. Rayedarê Buroya Têkiliyan a kampa Holê got: "Şêniyên li kampê azarên derfetên kêm ên xwarin û alîkariyê mirovî dikişînin. Radeya alîkariyên ku li ser şêniyan tên belavkirin, têrê nakin. Tevahî şêniyên li kampê li pîşeyên cur bi cur an jî li gel rêxistinên li kampê dixebitin, digerin. Da ku pêdiviyên jiyanê dabîn bikin."

Mehemd Beşîr diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hin alîkarî û pêdiviyên pêwîst ji kampa Holê re bêyî piştevaniya rêxistin û komeleyên mirovî, pêşkêş dikin. Beşîr got: “Tevahî bi karê xwe li gor bernameya ku aliyên pêwendîdar diyar kirin, dixebitin. Bi awayekî bîrokratîk dixebitin. Pêdiviyên koçber û penaberan di dema xwe de dabîn nakin. Ew jî bi sedema bîrokratiya mezin e." Beşîr wiha domand: “Rêveberiya kampa Holê kedeke mezin dide da ku aliyên pêwîndîdar pêdiviyên şêniyan di dema wê de peyda bikin. Lê belê ev hewldan bê encam e. Ew jî ji ber aliyên pêwendîdar bergiriyên rûtîn heta ku pêk bînin, demê dixwe."

Daxuyaniya Komîteya Mafên Mirovan a girêdayî NY’yê ya di 29’ê Gulanê de ya li ser Sûriyê, daxuyaniyên Rêveberiya Xweser tekez dike. Her wiha komîte diyar dike ku alîkariya ku heta vê saetê ji kampa Holê re hatine pêşkêşkirin têrê nakin. Divê civaka navdewletî alîkariya şêniyên kampê di leztirîn dem de pêk bîne.

Bang li rêxistinan hat kirin ku beriya zivistanê bixebitin

Bi nêzbûna werza zivistanê re rêveberiya kampa Holê da ku pêdiviyên şêniyan dabîn bike, amadekariyan pêk tîne û Mihemed Beşîr got: “Em bi rasthatina zivistanê re, hazirtiya dabînkirina tevahî pêdiviyên şêniyên kampê dikin. Di vê çarçoveyê de em bang li tevahî rêxistin û komeleyan dikin ku ji niha ve ji bo dabînkirina pêdiviyên şêniyan bixebitin. Planên guncaw ên bi armanca buyerên sala borî derbas nebin, pêk bînin. Sala borî cilên zivistanê, sotemenî û pêdiviyên germê dereng man."

Li gor rayedarê Buroya Têkiliyên kampê Mihemed Beşîr, rêveberiya kampê gelek astengiyan di kar de dikişîne. Ya yekê zihniyeta DAIŞ’ê ya ku vê dawiyê bi hatina malbatên çeteyên DAIŞ’ê re, ya duyemîn tunebûna piştevaniya rêxistin û komeleyên mirovî, ya sêyemîn tunebûna zanebûna pêwîst a vegera tevlêbûna koçber û penaberan nava civakê de.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku şêniyên li kampa Holê di rewşeke dijwar de derbas dibin. Sedema vê jî paşguhkirina rêxistinên mirovî û NY’yê ye.

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din