Teqîna perava Beyrûtê…Çi bû û dê çi bibe?

Ji ber teqîna mezin a li perava Beyrûtê dûmanekî dijwar bi ser paytextê ket. Wekî her car li Lubnanê ku tê de şerên siyasî yên hundirîn û derve bi dawî nabin, heke bûyerek qewimî dê di aliyê siyasî de bê bikaranîn. Hin nîşaneyên vê teqînê beriyê wê xuya kirin, hin jî li asoyan xuya dikin. Gelo Lubnan ber bi ku ve diçe û dê herêmê bi ku ve bibe?

Dibe ku teqîna bîlançoya qurbaniyên wê hîna bilind dibe bikeve rêza bûyereke normal ya şaştiyekê yan jî weke hinekan hewl dan wekî teqîna fîşekên hewayî nîşan bidin. Lê belê bûyerên beriya û piştî teqînê xuya dikin ku teqîneke lîstokên siyasî ye.

TEVLÎHEVIYA SIYASÎ

Di mehên borî de li Lubnanê tevgerên gelêrî, siyasî û dîplomatîk zêde derketin pêş.

Bûyeran bi îstîfakirina hikumeta Lubnanê ya bi serokatiya Seed Herîrî dest pê kir û di nûçeyên cîhanê de cihekî girîng girt. Piştî wê yekê xwepêşandanên gel dest pê kirin.

RAGEŞIYA LI SER SÎNORÊN ÎSRAÎLÊ ZÊDE BÛ

Hemwextî wê yekê rageşiya li ser sînorên bi Îsraîlê re zêdetir bû û di navbera Hizbullah û Til Ti Evîv de zêdetirî bûyereke ewlekariyê rû da.

Rayedarên Îsraîlê gelek caran hişyarî dan hikumeta Lubnanê. Balyozê Îsraîlê yê berê  li gel NY`yî Danny Danone wiha gotibû: "Heke Hizbullah êrişî sivîlên Îsraîlê bike dê welatê wî bêdeng nemîne. Em ê Hizbullahê di Lubnanê de tune bikin."

Li gorî hin raporan, wezîrê artêşê Benny Gantz ferman da artêşa Îsraîlê ku heke Hizbullah êrişek li dijî Lubnanê pêk anî, binesaziya Lubnanê birûxîne.

HIŞYARIYÊN DERVE

Li kêleka wê yekê, dewletên rojavayî zexta li ser Lubnanê zêde kirin û diyar kirin ku ji ber hebûna bi hêz a Hizbullahê dê hevkariyê bi hikumeta Lubnanê ya niha re nekin.

Tevî aloziya aborî ya li Lubnanê jî, saziyên diravî yên navdewletî gotin heke hikumeta Lubnanê hin çareseriyan pêk bîne dê alîkariyê bidin wê, ku ev yek şert ne pêkan e ji ber ku li dijî berjewendiyên Hizbullah e.

LUBNAN LI BER HILWEŞÎNÊ YE

Beriya teqînê bi çend rojan wezîrê derve yê Fransayê Jean-Yves Lauderian serdana Beyrûtê kiribû û bê hêvî ji wir vegeriyabû. Wezîrê Fransî got Lubnan li ber hilweşînê ye.

Piştî wê yekê, wezîrê derve yê Lubnanê Nasîf Hetî ku gelek caran gotibû Lubnan ber bi hilweşînê ve diçe, istîfa kir. Çavdêran got wî bi istîfayê xwestiye ji rewşeke xerab rizgar bibe.

Her wiha beriya teqînê careke din doza kuştin Refîq Herîrî kete rojevê, ku tê payîn dîsa Hizbullah bê tewanbarkirin. Dibe ku ev yek pêleke nû ya rageşiyê û strêsa hundirîn derxe.

TIRKIYE HEWL DIDE BIKEVE XETÊ

Di dirêjahiya hefteyên borî de, li Beyrûtê agahiyên têkildarî ketina Tirkiyê di mijara Lubnanê de bi rêya aloziya aborî hatin parvekirin. Tirkiyê rewşa jiyanî ku ji ber daketina nirxê leyreya Lubnanê li hemberî dolar bi lez xerabtir dibe, bi kar anî.

Di vê der barê de li gorî hin agahiyan, destên Tirkiyê di bûyerên demên dawî yên li bakurê Lubnanê de, destekdayîna hin koman û fînansekirina hin karên tevlîheviyên ên li navrasta Beyrûtê de, heye.

Hin çavkaniyên fermî ev agahî piştrast kirin û behsa "veberhêrandineke Tirkî" ya mezin li herêmên bakurê welêt kirin, ku dê di bin navê alîkariyên mirovî yên Enqerayê ji bo gelê Lubnanê de pêk bê.

Her wiha destnîşan kirin ku: "Enqera bi rêya Wekaleta Tirkî ya hevkarî û koordînasyonê, xizantî û birçîbûna li gelek herêman nexasim li bakur, ji bo belavkirina alîkariyên jiyanî yên bi rêya nivîsgehên xwe yên li Terablus û Ekarê bi kar tîne.

PIŞTÎ TEQÎNÊ

Ev bûyerên siyasî û dîplomatîk bi teqîneke mezin ku paytexta welat hejand, bi encam bûn. Ji derveyî sedemên teqînê yên ji aliyê zanistî ve û çawaniya rûdana teqînê, ya girîng ew e ku teqînê çi bi xwe re anî û dê çi rû bide?

Perava Beyrûtê wekî damara aboriya Lubnanê tê hesbandin. Ne tenê wiha, lê ya girîngtir ew e ku Hizbullah serweriya gelek cihên li peravê dike û ji wir piştgiriyê digire.

Her wiha hikumeta Sûriyê li gel cezayên aboriyê ku lê hatine ferzkirin, ji perava Beyrûtê sûd digirt.

Niha altirnatîfa perava Beyrûtê çi ye? Behsa perava Terablusê ya xwedî rewşeke cuda tê kirin, ku li wê derê tu hêza Hizbullahê tune ye. Ev yek bandorê hem li Hizbullah hem li hikumeta Sûriyê dike.

Gelo dê rewş bi vê rengî bi dawî bibe? Wekî tê texmînkirin dê tewanbariyên li dijî Hizbullah ku li pişt teqînê ye zêdetir bibe û dê pê re rageşiya li Lubnan û herêmê jî zêde bibe.

(cx)

ANHA