Tenduristiya Mûckan Kawisî ya li girtîgeha Îranê xerab e

Piştî 16 rojan ji greva birçîbûnê, rewşa tenduristî ya siyasetmedar, nivîskar û lêkolînera Kurd Mûckan Kawisî ya ji Rojhilatê Kurdistanê xerab bû û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.

Siyasetmedar û lêkolînera Kurd Mûckan Kawisî ku li girtîgeha Êvîn tê ragirtin, li dijî kiryarên rêveberiya girtîgehê ji 1`ê Îlonê ve dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Piştî çend rojan ji greva birçîbûnê û bêyî ku rêveberiya girtîgehê guh bide daxwazên wê, rewşa Mûckan xerabtir bû û greva birçîbûnê dewam kir.

Li gorî malpera "Herana" ya mafên mirovan a Îranê, piştî ku rewşa tenduristiyê ya siyasetmedara Kurd xerab bû hikumetê ew ji bo dermankirinê rakir nexweşxaneyê.

Siyasetmedar û lêkolînera Kurd Mûckan Kawisî 22`ê Gulana 2020`an hatibû binçavkirin û ji bo girtîgeha Nûşher a navendî hatibû veguhestin. Di 22`ê Tîrmeha borî de ew biribûn beşê jinan ê girtîgeha Êvîn a li Tehranê

 


Mijarên Din