'Tenê diyalogên Sûri-Sûrî rêya çareserkirina aloziya Sûriyê ne'

Rêveberê Buroya Rêxistinî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê yê şaxê Minbicê Îmad Mûsa got "Aloziya Sûriyê dike sala xwe ya nehemîn bi dawî bike û heta niha tu pêngavên cidî ji bo çareseriyê nîn in. Kilîta çareseriyê diyalogên Sûrî-Sûrî û rûniştina tevahî pêkhateyên Sûriyê li ser maseyeke diyalogan e."

Rêveberê Buroya Rêxistinî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojêy ê şaxê Minbicê Îmad Mûsa ji ajansa me re behsa çareseriyên ku dikarî dawî li aloziya Sûriyê bîne, kir ku dike sala xwe ya nehemîn bi dawî bike.

Îmad Mûsa di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser mijara komîteya ku ji bo amadekirina destûrê hate avakirin û got: "Beşdarbûna tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûrê re mijareke pir girîng e. Em wek partiyeke siyasî dibînin ku bêyî beşdarkirina tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji danîna destûrê û rûniştina wan a li ser maseyeke diyalogan çareserî ne pêkan e. Bi vê yekê dawî li rijandina xwînê wê were û koçber vegerin warên xwe."

Mûsa destnîşan kir ku destûra nû divê rêzê ji azadiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyê re bigire û mafên wan mîsoger bike û wiha axivî: "Divê destûra nû li gorî pîvanên demokratîk û prensîbên mafên mirovan be, her wiha her sê erk (zagonsazî, birêveberî, daraz)  ji hev werin veqetandin da ku bigihîjin dewleteke parlemanî, pirreng, demokratîk û nenavendî. Ev çareseriya herî guncaw a derxistina gelê Sûriyê ji aloziyê ye ku di encamê de bi hezaran kes şehîd û birîndar bûn."

Mûsa îşaret bi girîngiya ku rejîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser bigihîjin lihevkirinê kir û wiha domand: "Alozî her du aliyan neçar dike ku diyalogan pêk bînin da bigihîjin lihevkirinekê ku dawî li aloziya heyî bîne. Divê her du alî li ser maseya diyalogê rûnên û rêzê ji destkeftiyên şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bigirin."

Îmad Mûsa bal kişand ser hebûna dewleta Tirk a li ser xaka Sûriyê û anî ziman ku Tirkiye ne li Sûriyê tenê, li Rojhilata Navîn her proseseke aştiyê asteng dike, dixwaze serdema serkeftinên pîşeyên xwe yên Osmanî vegerîne, ji ber vê yekê bi rêya destekdayîna bi çeteyên xwe yên tundraw mîna DAIŞ û El-Nusrayê û Artêşa Wetenî ya Sûriyê li xwe dike re ewlehiya dewletên derdorê têk bibe. "

Rêveberê Buroya Rêxistinî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îmad Mûsa di dawiya axaftina xwe de got: "Ji bilî diyalogên Sûrî-Sûrî çareseriyeke din nîn e ku aştiyê li Sûriyê pêk bîne û dawiyê li şer bîne, ji ber ku şerê li welat gelê Sûriyê westand ku azarên kuştin, koçberkirin û dizî û talankirinê kişandin."

(bb)

ANHA


Mijarên Din