Telat Yûnis: Em piştevanê tevahî xebat û çalakiyên ji bo yekitiya hemû pêkhateyan in

Telat Yûnis diyar ku ew wek Rêveberiya Xweser piştgir û piştavaniya tevahî xebat, çalakî û însiyatîfên bi hedefên yekitiya hêz û partiyên li herêma Cizîrê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Îro Komîteya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) şaxê Rojava serdama Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê kir û hevserokê Meclisa Rêveber Telat Yûnis û cîgirê hevserokatiyê Elî Keûd û şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Demokratîk Dîlber Yûsiv pêşwaz kir.

Şandeya KNK-Rojava, ji endamê Desteya Rêveber a Giştî ya Kongreyê Ekrem Hiso, endamên şaxa komîteyê ya Rojava Kamil Extê, Ebîr Hesaf, Merwan Hesen û Silêman Îlyas pêk tê.

Her du aliyan di civînê de li ser pêşdeçûnên dawîn ên li herêmê, bi taybet herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku rastî êrişên ji hêla artêşa dewleta Tirk a dagirker ve hatine, nîqaş kirin. Her wiha dan zanîn ku herêm di pêvajoyeke hesas û çarenûsî re derbas dibe û êrişên dewleta Tirk a dagirker ne ji niha ve ne. Lê belê ji rêzeêrişên ji destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve ne.

Her du aliyan li ser yekparebûna hêz û partiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li ser yekitiya Kurdan, mîsogerî kir.

Telat Yûnis îşaret pê kir ku gelê herêmê baş hedefên êrişên ku li ser herêmê tên, dizane. Ji lew re hevgirtin û yekparebûn pêwîst e ku li hember tevahî êrişan bisekinin û wiha got: "Bi hevgirtinê, me mezintirîn komployên li dijî me pêk tên, têk birin."

Telat Yûnis bal kişand ser ku ev pêvajo ji her demê zêdetir pêwîstiya xwe bi yekitiya refan heye û li ser pêdiviya yekparebûna hêz û partiyên kurdî wiha anî ziman: "Yekparebûna hêz û partiyan a refên xwe dê bi xwe re encamên erênî yên mezin li ser erdê bîne."

Yûnis diyar kir ku gel yekitiya refan pêk aniye û divê partî jî yekitiya xwe pêk bînin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk yekaliyê di siyaseta xwe de pêk nayne. Lê belê rêveberî nûnertiya vîna gelê herêmê bi Kurd, Ereb û Suryanan dike. Her wiha bang li tevahî partî û hêzên ku hê jî tev li rêveberiyê nebûne kir û wiha pê de çû: "Deriyê rêveberiyê li pêşiya tevahî hêz û partiyan vekirî ye ku piştevaiya avakirina welat bikin û xebata ji bo telafîkirina kêmasî û çewtiyên heyî jî bikin."

Komîteya KNK’ê jî daxuyand ku KNK’ê bi rêya kongreya xwe ya 19’emîn bal kişand ser pêwîstiya yekparebûna tevahî pêkhateyên li Kurdistanê.

Li aliyekî dîtir jî Telat Yûnis got ew wek Rêveberiya Xweser a Demokratîk piştevan û piştgirê tevahî xebat, çalakî û însiyatîfên bi hedefa yekitiya refên hêz û partiyên li herêma Cizîr û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê giştî ne.

KNK’ê kongreya xwe ya 19’emîn li Hollandayê di 18’ê Cotmehê de li dar xist. Ji kongreyê meclis derket ku ji 30 endaman pêk tê û ji tevahî pêkhate û etnîkên li Kurdistanê pêk tê.

(fr)


Mijarên Din