Telat Yûnis: Em ê bi rihê 19’ê Tîrmehê heta Sûriyeke demokratîk berxwedanê geş bikin

Hevserokê Meclisa Rêveber ê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yûnis diyar kir ku gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya yekitiya xwe dikarin li hemberî êriş û planên dagirkeran bisekinin û ji bo garantiya azadiya şêniyan û avakirina Sûriyeke demokratîk soza şopandina rêya Şoreşa 19’ê Tîrmehê daye.

Çirûska Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku ji Kobanê dest pê kir û ber bi herêmên Rojava ve çû, gelek destkeftî bi xwe re anîn, ji van destkeftiyan damezirandina Rêveberiya Xweser ku bi saya berdêlên şêniyên herêmê û hevgirtina wan hate ragihandin.

Şoreşa 19`ê Tîrmehê berhema salan a berxwedan û berdêlên gelê Kurd ên li Rojava û gelên herêmê bû, di rêya rizgarkirina xaka xwe û parastina wê de bi hezaran şêniyan canê xwe feda kir.

Hevserokê Meclisa Rêveber ê Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Talet Yûnis di şahiya li bajarê Hesekê de axivî û salvegera 8`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê li malbatên şehîdan, hêzên leşkerî û tevahiya gelên Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Yûnis destnîşan kir ku bi saya berdêlên gelê herêmê û hevgirtinê, şopandina fikr û felsefeya neteweya demokratîk projeyeke nû hate diyarkirin û îsbat kir ku îradeya gelan hêzeke sereke ye û nayê paşguhkirin, her wiha tu hêz nikarin li hemberî yekitiya îradeyê, yekitiya gelan û pêkhateyên li herêmê bisekinin.

‘19 TÎRMEHÊ JI BO ÇARESERIYA ALOZIYA SÛRIYÊ BÛ MODEL’

Talet Yûnis di berdewama axaftina xwe de got gelên herêmê dikarin li hemberî “mezintirîn êrişên terorîstan” di cîhanê de bisekinin û tune bikin, ev jî bi saya şoreşa ku jinên wekî şehîd Arîn, Avesta û Hevrîn jê re pêşengî kirin, mîsoger bû û ji bo çareseriya aloziya Sûriyê bû mînak. Her wiha gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êriş, siyaset û planan sekinîn û tevî derfetên kêm ên Rêveberiya Xweser gihaştin asta herî jor.

Telat Yunis di dawiya axaftina xwe de dubare soza şopandina rêya şehîdan da.

(eh)

ANHA


Mijarên Din