Telal Mihemed: Şoreşa Rojava şoreşa rastîn a Sûriyê ye

Hevserokê Partiya Aştiyê ya Demokratîk Telal Mihemd diyar kir ku şoreşa Rojava wateya rastîn a şoreşa Sûriyê ye û wiha got: “Ji bo çareseriya aloziya Sûriyê, divê nûnerên rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî danûstandinên ji bo çareseriya Sûriyê bibin.”

EHMED SEMÎR-RAPERÎN TEHLO/QAMIŞLO

Îro şoreşa Sûriyê derbasî sala xwe ya 8’an dibe. Şoreş di 15’ê Adara 2011’an li bajarê Deraayê destpê kir. Ev şoreş li şûna ku ji daxwazên gel re bibe bersîv, di encama mudexeleyên derve de veguherî aloziyê. Heta niha bi hezaran gelê Sûriyê bûne qurban û zêdetirî 6 milyon kes jî koçber bûn.

Girêdayî mijarê hevserokê Partiya Aştiyê ya Demokratîk Telal Mihemed diyar kir ku çirûska şoreşa Sûriyê ji Deraayê destpê kir û got: "Şoreş ji daxwaza demokrasiye û jiyana azad û rûmet destpê kir."

Mihemed destnîşan kir ku îro Sûriye ji şerê dewletên navnetewî re bûye qada şer û wiha pê de çû: “Dewletên herêmî sînorên xwe ji bo derbasbûna terorîstan vekirin. Armanca van komên terorîst û radîkal têkbirina tevna Sûriyê bû. Ji ber wê şoreşa Sûriyê ji armanca xwe dûr ket û Sûriye bû tunelek tarî.”

Mihemed destnîşan kir ku gelê Sûriyê di van salan de berdêlên giran dane û wiha axivî: “sedema dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê ye. Her wiha rûyê rastîn a opozîsyona Sûriyê, eşker bû. Opozîsyonê ti projeyek demokratîk  ji gelê Sûriyê diyar nekir, tenê hewl da serdestiya Sûriyê werbigire.”

Pêkhateyên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê wateya rastîn a şoreşa Sûriyê parastin

Telal Mihemed di berdewamiya gotinên xwe de wiha got: “Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava bi rêya hilbijartina rêya sêyemîn karîn wateya rastîn a şoreşa Sûriyê  biparêzin. Her wiha herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êrîşan parastin û pergala xwe ya demokratîk û siyasî ava kirin.”

Mihemed rola hêzên herêmî û navdewletî di dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê de nirxand û wiha got: “Hêzên navdewletî û herêmî dixwazin hegemoniya xwe li herêmê biparêzin. Dewletên mîna Îranê li rex rêjîma Sûriyê sekinî û gelê Sûriyê kuştin. Dewleta Tirk jî destpêkê xwe wek dostê gelê Sûriyê nîşan da, lê rûyê wê yê rastîn bi dagirkirina xaka Sûriyê re eşkere bû. Ji ber wê desteka komên ku qaşo bi navê Artêşa Azad têne naskirin kir, da ku ajandeyên xwe li Sûriyê bîne cih. Rûsya mîna Tirkiyê û Îranê ji bo berjewendiya xwe û da ku hegemoniya xwe li ser Deryayê Spî biparêze, mudexele kir û hevalbenda xwe rêjîma Sûriyê parast. Amerîka jî ji bo pêşî li ber firehkirina serweriya Îran û Rûsyayê li herêmê bigire mudexele kir."

Mihemed destnîşan kir ku hindek maye ku QSD`ê mizgîniya têkçûna DAIŞ`ê ragihîne û wiha domand: "Bi nêrîna min eger di  destûra nû ya ku bê amedekirin de mafê hemû pêkhateyan neyê mîsoger kirin, dê temenê aloziya Sûriyê dirêj bibe. Ji ber ku hîn jî xeteriya komên terorîst ên mîna DAIŞ`ê heye."

Telal Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Wek hêzên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em xwedî projeyek siyasî ne. Me hertim ji hêzên navdewletî re diyar kir ku çareseriya aloziya Sûriyê bi tevlîbûna nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civînên navdewletê û komîteya destûrî de pêkan e. Ji ber ku gelê Sûriyê bi hewcedariya çareseriyek giştî ne."

(şx)

ANHA


Mijarên Din