Tekane dibistana kurdî ya li Helebê fireh dibe

Di tekana dibistana zimanê kurdî ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê de asta navîn lê hate zêde kirin. Amadekarî têne kirin ku asta amadehî jî ji bo sala bê were zêdekirin.

Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn a li rojhilatê yê taxa Şêxmeqsûdê, tekane dibistana li tevahî bajarê Helebê ye ku bi zimanê kurdî perwerdeyê dide. Dibistan li ser daxwazên şêniyan a fêrbûna bi zimanê dayikê ji Komîteya Perwerde û Fêrbûnê ya Civaka Demokratîk (KPC- Demokratîk) hate vekirin.

Dibistanê salên borî tenê perwerde dida xwendekarên asta seretayî lê îsal bi zêdekirina asta navîn dest bi pêşwaziya xwendekaran kir.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk materyalên perwerdeya demokratîk û hemû pêwîstiyên meşandina prosesa perwerdeyê amade kirin û hewl dide pergala perwerdeyê li gorî qanûn û rêgezên mafên zarokan were meşandin.

Nûnera Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn, Heyfa Hisên ji ajansa me re got dê dibistanê fireh bikin da ku merheleya amadehî jî di sala bê de lê zêde bibe û wiha anî ziman: "Heke hat xwestin û daxwaza qeydkirinê di merheleya amadehî de hebe, dê bê vekirin."

Heyfa îşaret pê kir heke merheleya amadehî hat vekirin, dê xwendekarên serkeftî li zanîngehên Kobanê û Rojava xwendina xwe temam bikin.

Der barê hejmara xwendekarên ku li dibistanê xwe qeyd kirine, Heyfa diyar kir ku hejmar baş e û tê qebûlkirin. Heta niha jî ji dema vekirina dibistanê di 9’ê Îlonê de qeydkirin, berdewam e.

Di dawiyê de Heyfa bang li tevahî kesên dilxwaz kir ku zarokên xwe li dibistanê qeyd bikin, da ku nifşeke baş û zana li gorî bingehên demokratîk bê perwerdekirin û fêrî zimanê dayikê bibin.

Xwendekar Kawa Hesûn û Elîsar Şêxo jî teqez kir ku ew pir kêfxweş in ku zimanê dayikê fêr dibin û spasiya rêveberiya dibistanê kir ku daxwazên wan bi cih tîne.

(fr)

ANHA


Mijarên Din