Tehran: Me dikaribû balafira Emerîkayê ya ku 35 leşker têde bûn jî bînin xwarê

Fermandarê Hêzên ezmanî di Heres El-Sewrî Îranê Şah Elî Hacî Zadih got: “Parastina me a ezmanî dikaribû balafireke din a bêpîlot a Emerîka ku 35 leşker têde bûn, bîne xwarê, lê nekir. Ji ber armanca xistina balafira yekemîn ji bo bersivekê bidin terorîstên Emerîkayê bû.”

Tehranê ragihand ku parastina wê ya ezmanî dikaribû balafireke din a bêpîlot a Emerîka ji cureya P8 ku 35 leşkerên Emerîkî têde bûn, bîne xwarê, lê pêk neanî.

Şah Elî Hacî Zadih derbarê mijarê de wiha got: "Parastina me ya ezmanî dikaribû balafira ji cûreya P-8 ku 35 leşkerên Amerîkî têde bûn, li nêzî balafira bêpîlot Global Hook bû, bîne xwarê, lê nekir."

Li gorî ku îro Zadih ji televîzyona fermî ya Îranê re got, ji ber armanca wan ji xistina  Global Hook ku bersivekê bidin terorîstên Emerîka, ji ber vê balafir nexistin xwarê.

RT ragihand ku Zadih destnîşan kiriye ku biryara hedefgirtina balafira bêpîlot a Emerîka û xistina wê pêk hat, piştî ku 3 caran hişyarî dane.

Her wiha tekez kir ku hişyariya dawî ji balafirê re di seat 03:00 sibehê bû, lê bersiva wê nehat dayîn, ji ber vê yekê neçar man ku biryara xistina balafirê di seat 04:05 de bidin.

Zadih diyar kir ku balafira Emerîka sînorên Îranê derbas kir û gef li ewlehiya welêt xwarin.

(jo)


Mijarên Din