Tehdîd kirin , lêdan  û ji mala wî derxistin

Şêniyê bi navê M.B ê ji Efrînê jî bû mexdûrê zilma Tirkiyê. Kurê birayê wî revandin, rastî lêdan û tehdîdê hat û çeteyan mala wî desteser kirin. Di dawiyê de mîna bi hezaran ji şêniyên Efrînê neçar ma ji warê xwe derbikeve.

Şêniyê bi navê M.B. ê 38 salî zewicî ye û bavê du zarokan e. Ji ber tirsa li ser jiyana malbata xwe ku di Efrîna dagirkirî de maye, navê xwe eşkere nekir. M.B. êzingên mala xwe difroşe û pere peyda dike da ku ji sûcên dewleta Tirk a dagirker bireve.

Di encama dagirkirina  Efrînê de bi sed hezaran ji şêniyên kantonê neçar man ji warên xwe derkevin.

Şêniyê bi navê M.B. di 2`yê Îlonê de gihaşt taxa Şêxmeqsûd a rojavayê bajarê Helebê.

Du caran tê îşkencekirin

Şêniyê bi navê M.B. dema serdana birayê xwe dikir rastî lêdanê hat. 4 çeteyên ku rûyên xwe girtibûn ser mala birayê wî de digirin û kurê birayê wî direvînin. Çeteyan bi zanabûn li pêşberî hevser û zarokên wî  li M.B. didin, telefon û pereyên pê re didizin.

Lê kurê birayê wî heya 50 rojan direvînin û piştî dayîna fidyaye ya 50 hezar lîreyên Sûriyê wî berdidin. Piştî wê çete mala M.B. desteser dikin.

Çete M.B. tengav dikin heta ku  carekê dema M.B. di kar de bû êrîşî wî dikin, tehdîd dikin ku eger 500 dolar nede dê bigirin.

Lê ji ber rewşa madî ya M.B. nikare fîdye bide, ji ber wê çete motorsîklêta wî desteser dikin.

Ji bo ku rastî binpêkirinên çeteyan nayê, M.B. biryar dide ku di mala birayê xwe ya li navenda Efrînê de rûne. Belgeyek bi birayê xwe re mohr dike da ku rastî binpêkirinên çeteyan neyê. Lê dîsa ji binpêkirinên wan nafilite. Piştî ku mal amade dike, çete ser mala wî de digirin, tevî malbatê hevser û dayîka wî û tiştên wan diavêjin ji derve û wan ji mal diqewtînin.

Piştî wê M.B. neçar dimîne ji Efrînê derkeve.

Şêniyê bi navê M.B. destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di vekolandin û lêgerîna parçeyên dîrokî de berdewam in.

Girêdayî guhertina demografîk M.B. got: “Efrîn bi malbatên çeteyan tijî bûye. Di gelek malan de bi cih bûne. Her wiha çete di malên ku xwediyên wan ne li herêmê ne, têne bicihkirin.”

Bi sedan ji malbatên çeteyan ji Idlibê ketin Efrînê. Her wiha di rojên dawîn de 500 erebe ku tê de  malbatên çeteyan hebûn derbasî Efrînê bûn.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din