Tedbîrên Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya aloziya aborî

Ferhad Şiblî destnîşan kir ku wan şaneyek ji bo nîqaşkirin û şopandina aboriya li herêmê ava kiriye û got "Em ê hejmara kooperatîfan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bikin û destek û hejmara projeyan jî zêde bikin."

Sûriye ji ber cezayên ku DYA`yê lê ferz kirine û nêzîkbûna dema bikaranîna ‘Qanûna Qeyser’ di meha Hezîranê de, di aloziyeke aborî de derbas dibe. Ev yek yekser bandorê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Rêveberiya Xweser xebatên sivikkirina barê aloziyê ji ser welatiyan zêde dike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya çend rojan projeya aloziya aborî nîqaş kir û ji ber wê jî şaneyek ava kir da ku vê aloziyê nîqaş bikin û çawaniya girtina tedbîran ji bo sivikkirina barê pêkhateyên herêmê.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî ji ANHA`yê re sedemên aloziya aborî li herêmê diyar kirin û got sedema girîng bi rewşa siyasî û leşkerî ve girêdayî ye, her wiha rewşa aboriya cîhanî bandoreke mezin li aloziya li Sûriyê dike û bilindbûna dolar di salên dawîn de yekser bandor li aboriya herêmê kir.

Ferhad Şiblî destnîşan kir ku nêzîkbûna pêkanîna Qanûna Qeyser ku ji aliyê DYA`yê ve di meha Hezîranê de dê pêk were, bandorên wê yên mezin li ser aboriya Sûriyê ku ji bingehînê de aloziyên wê hene, dike û ji ber nêzîkbûna pêkanîna qanûnê, dolar li beramberî pereyên Sûriyê bilind bû û ji ber wê jî rewşa aborî aloztir bû.

'AVAKIRINA ŞANEYÊ JI BO NÎQAŞKIRIN Û ŞOPANDINA ALOZIYA ABORÎ YA LI HERÊMÊ YE'

Ferhad Şiblî anî ziman ku derketina Koronavîrusê bandor li aboriya tevahî dewletan kir, bandora wê yekser li ser rewşa aborî li Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bû, bilindbûna buhayan û ji ber wê jî rewşa jiyanî ya civakê xerab bû.

Ferhad Şiblî wiha domand: "Tevî ku derfetên bi temanî ji bo pêşîgirtina li Koronavîrusê li gel Rêveberiya Xweser tune ne, ji ber ne wekî dewletên din e û tu rê û rêbazên wê tune ne ku ji dewletên din deyn bike yan jî ji sendoqa navdewletî bigire. Lê belê ew bi hemû derfetên xwe barê aloziyê ji ser şêniyan sivik dike. Şane ji bo nîqaşkirin û şopandina aloziya aborî ya li herêmê û çareserkirina vê aloziyê, hat avakirin."

GAVÊN JI BO SIVIKKIRINA ALOZIYA ABORÎ

Ferhad Şiblî diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji destpêka avakirinê ve piştgirî û destekê dide gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha domand: "Em hewl didin xwestekên civakê bi nirxekî kêm peyda bikin, her wiha nirxên kel û pelan jî kêm bikin û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara komeleyên mizextkaran zêde bikin. Bi rêya Rêveberiya Zimhêrê buhayên kel û pelên derbasî herêmê dibin, kontrol bikin û nehêlin dolar li sûkê nemîne. Piştgiriya projeyên çandiniyê, pîşesaziyê û yên biçûk dikin, der barê zêdekirina mûçeyên karkeran de da ku hevsengî di navbera asta dahat û lêçûnê de çêbe, lêkolînan dikin û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya qada çandiniyê bikin."

Ferhad Şiblî piştrast kir ku divê her kes bizane ku krîza aborî ya ku herêm tê re derbas dibe, ne mimkun e bi hêsanî derbas bibe, lewma hewcedarî bi hevkariyê heye.

Têkildarî buhayên hilberînên genim ku Rêveberiya Xweser beriya niha diyar kiribûn, Ferhad Şiblî wiha got: "Şaneya Aloziyê hîn jî nîqaşa nirxê genim dike. Da ku cotkar zirarê nebînin, şane nîqaşa qerebokirina cotkaran dike û hesabê ferqa di navbera dolar û lîreyê Sûriyê de dike. Ji ber ku dema kîloya genim bi 225 lîreyên Sûriyê bû, dolar bi hezar û 200`î bû, lê niha dolar bûye hezar û 800 lîreyên Sûriyê û bandorê li cotkaran dike."

Her wiha der barê buhayê ceh de jî Şiblî got Rêveberiya Xweser nirxê ceh kir 150 lîre û ji ber hawirdekirina wê heke pêwîst bike ew ê dergehan veke, heta heke pêwîst bike ew dikarin genim hinarde bikin.

Ferhad Şiblî got divê hemû gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê baş bizanin ku herêm di rewşeke şer re derbas dibe û rastî gelek rikeberiyan tê, her wiha artêşa Tirk herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc û armanc ji vê yekê jî şikandina vîna gelê herêmê ye. Şiblî daxuyand ku ew bi îradeya xwe ya azad dikarin li hemberî hemû êrişan bisekinin û bi hevgirtina xwe dikarin pêşî li belabûna vîrusa korona bigirin û aloziya aborî derbas bikin.

Ferhad Şiblî axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Rêveberiya Xweser re hevkar bin û vê qonaxa hestiyar derbas bikin, her wiha nehêlin rewşa aborî bandorê li biryarên siyasî yên girêdayî çarenûsa herêmê bike."

(bx-eh)

ANHA


Mijarên Din