​​​​​​​Tedbîrên ku Rêveberiya Xweser ji bo sivikirina encamên Qanûna Qayser girtine çi ne?

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên ku ji bo sivikirina encamên Qanûna Qayser girtine zêde kirin. Projeyên biçûk pêş xistin. Dest  bi vekirina navendên frotina madeyan ku bi bihaya lêçûnê kirine. Da ku hevsengiyek di nav sûkan de biafrîne û rê li pêşiya keysbaziyê bigire. Her wiha parên firinan zêde kirin.

Piştî ku qanûna Qayser ket meriyetê, aloziyek aborî mezin çêbû. Lîreyê Sûriyê li beramberî dolar ket û nirxê dolar gihaşt 3 hezar lîreyê Sûriyê.

Washingotên bi armanca ku hikumeta Sûriyê binpêkirinên xwe yên li dijî mafên mirovan rawestîne qanûna Qayser li ser wê ferz kir. Li gorî qanûnê, alîkariyên jinûveavakirinê têne cemidandin. Ceza li ser hikumeta Sûriyê û şirketên pê re hevkar ferz dike, her wiha hêzên îranî û rûsî dike hedef.

Ruxmî ku ev ceza aliyên sereke yên hikumeta Sûriyê dike hedef, lê aloziyek aborî afirand, gelê Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pê bandor bû.

Ji bo sivikirina encamên Qanûna Qayser a ku di 17`ê Hezîranê de kete meriyetê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek tedbîr girtin. Ji bo wê şaneyek krîzê ava kir da ku çawaniya piştgiriya projeyan bi taybet projeyên çandinî bibîne. Hilberîna genim bi dolar bi 17 sentan ji cotkaran kirî û mûçeyên karmendan bi şêwazekê li gorî mizxatina şêniyan zêde kirin.

VEKIRINA NAVENDÊN FROTINA MADEYAN

Di vî warî de hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê û endamê şaneya aloziyê Talat Yunis diyar kir ku Rêveberiya Xweser li ser bingeha ku çawa alîkariyê ji şêniyan re pêşkêş bike da ku pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin tevaguta biryarên xwe girtin.

Yunis got: “Rêveberiya Xweser projeya vekirina navendên frotina madeyên xwarinê bi dawî kiriye. Wek qonaxek pêşîn, dest bi vekirina wan navenda li tevahiya bajar û deverên herêma Cîzrê kiriye. Di qonaxa duyemîn de dê navendan li bajarokan veke.”

Rêveberiya Xweser li navçeyên Amûde, Dêrik û Dirbêsiye dest bi vekirina navendan kiriye. Her wiha hewl dide van navendan li bajar û navçeyên din ên herêmê veke. Ev navend dê bi awayekî yekser bi Rêveberiya Xweser ve girêdayî bin. Rêveberiya Xweser jî dê tevahiya madeyên pêwîst bi bihaya lêçûnê ji wan navendan re peyda bike. Da ku hevsengî di nav sûkan de çêbike û rê li pêşiya keysbaziyê bê girtin.

Yunis îşaretpê kir ku ev navend dê alîkariya şêniyan bike da ku pêdiviyên xwe yên rojane bi bihayên erzan peyda bikin û got: “Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê hewl dide kalîteya nanê firinan baş bike. Parên firina ji ard zêde bikin û firinên nû vebike. Her wiha bihaya kîloya nan jî ya ku bi 200 lîreyên Sûriyê tê frotin neguhere.”

PROJEYÊN DEMKÎ JI BO ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KEHREBEYÊ

Girêdayî vê mijarê Yunis bibîr xist ku rêveberiyê projeyên demkî ji bo derbaskirina pirsgirêka qutbûna kehrebeyê bi rêya ceneratoran danîne û wiha domand: “Komîteyên Şaredariyan û Meclisa bajaran dê çavdêriya vê xebatê bikin. Nivîsgeha Enerjiyê dê desteka pêwîst ji xwediyên ceneratoran re pêşkêş bikin da ku kehrebe peyda bibe û çavdêriya bihaya ampêran bike.”

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker asta herikîna ava çemê Firatê kêm kir, li herêmê pirsgirêka qutbûna kehrebeyê çêbû. Talat Yunis ev mijar piştrast kir û got ji ber vê pirsgirêkê saetên dayîna kehrebeyê jî kêm bûn.

Yunis di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Rêveberiya Xweser hewl dide rêgeza xwetêrkirinê pêk bîne da ku encamên Qanûna Qayser sivik bike. Kelûpelan ji derveyî herêmê neyne, projeyên biçûk bi taybet di warên çandinî û sewalkariyê de pêş bixîne. Divê zevî bi awayekî baş werin îstismarkirin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din