'Tecrîda li ser Ocalan  înkara hebûna gelê Kurd e'

Endama Koodînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Rewşen Haçim diyar kir ku tecrîda li ser rêber Ocalan hatiye ferzkirin, tê wateya înkara hebûna gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz û aştîxwaz.

Têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, Endama Koodînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Rewşen Haçim ji ajansê re axivî û got dewleta Tirk bi rêya tecrîda li ser rêber Ocalan hewldana tecrîdkirina gelê Kurd dikin.

Rewşen Haçim wiha li axaftina xwe zêde kir:"Em îro encamên projeya demokratîk a ku rêber Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye, li ser rûyê erdê dibînin, mînak wê jî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, gelên herêmê di nav de Kurd, Ereb, Asûr û Sûryanî ji bo pêkanîna projeya federaliyê bi hev re hevkar in."

 Rewşen diyar kir ku tevî rewşên zehmet ên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibin, lê dîsa jî felsefeya rêbertî dikarî yekitiya gelan ava bike.

Endama Koordînasyona Kongreya Star destnîşan kir ku di projeya demokratîk a ku rêbertî pêşniyar kiriye, jinan jî rolek list, lê beriya vê felsefeyê jinan tenê karê malê dikir, lê roja îro di jiyanê de roleke mezin dilîze û tevahiya cîhan jî li ser guhartina jiyana jinê piştî ku felsefeya Ocalan ji xwe re kire bingeh, şahîd e.

Rewşen Haçim da zanîn ku ji mafê sîstemên zordar ji projeya rêber Ocalan a ku serkeftineke mezin pêk anî ditirsin ji ber ku projeya wan têk çû û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya projeya Ocalan ewlehî misoger kir, berovajî "bûhare ereban", ku tenê wêrankirin û talankirina herêman anî.

Rewşen wiha axaftina xwe bi dawî kir:"Hêvîdar im ku gelê Kurd û gelên herêmê li gorî felsefeya rêber Abdullah Ocalan bin, her wiha xwedî li projeya ku aşîtiyê esas digire û banga azadiya gelan dike, derkevin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din