​​​​​​​ꞌTecrîd sûcek li dijî mirovahiyê ye'

Hevseroka Malbendiya Rewşenbîrên Helebê Leyla Xalid tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan bi "Sûcek li dijî mirovahiyê" bi nav kir û bang li CPT'ê kir ku erka xwe ya mirovî bi cih bîne û dawî li tecrîdê werîne.

Desthilta Tirkiyê ji 15 Sibata 1999`an ve tecîrdeke giran li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û di dema belavbûna şewba Koronavîrusê li Tirkiyê, rê nade malbat û parêzeran ku hevdîtinê pê re pêk bînin.

Têkildarî tecrîdê, hevseroka Malbendiya Rewşenbîrên Helebê Leyla Xalid ji ANHA'yê re axivî  û got, "Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî hate girtin. Rejîma Tirk bi armanca ku îradeya gelê azadîxawaz ê ku xwedî li fikir û felsefeya rêbertî derketiye, bişkîne rê nade parêzer û malbatê ku hevdîtinê bi rêbertî re pêk bînin. "

Leyla Xalid da zanîn ku dewleta Tirk a faşîst hewl dide bi ferzkirina tecîrda li dijî rêber Abdullah Ocalan projeya neteweya demokratîk têk bibe, ji ber projeya demokratîk bi qanûnên dewletên desthilat re nagunce.

Leyla destnîşan kir ku rejima dewleta Tirk di çarçoveya şerê li dijî projeya biratiya gelan de ya ku li ser bingeha fikirê rêber Abdullah Ocalan hatiye avakirin, gelên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc û bi van êrişan qanûnên parastina mafên mirovan binpê dike.

Leyla Xalid îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker ji jinên birêxistinkirî û azad ditirse û wiha domand: "Tirsa dewleta Tirk a ji jinên ku banga jiyaneke bi rûmet dike, zêde dibe, ji ber jinan dikarin mafên xwe vegerînin. Jinan di tevahiya qadan siyasî, leşkerî û  civakî de isbata xwe kirin, lewma dewleta Tirk li herêmên Rojavayê Kurdistanê bi giştî û li herêmên dagirkirî bi taybet jin kirin armanc."

Leyla Xalid bal kişand ser ku ji mafên girtiyên di girtîgehên Tirkiye de ku bi malbat û parêzerên xwe re bicivin û got: "Dewleta Tirk rêbertî ji vî mafî pê bar dike, ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bi qanûnên dewleta Tirk re jî bi nakok e.

Hevseroka Malbendiya Rewşenbîrên Helebê Leyla Xalid bêdengiya rêxistinên mafên mirovan Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) ya li hemberî tecrîdê rexne kir û got, pêwîste tevahiya rêxistinên peywendîdar nexasim CPT'ê destwerdanê bikin û dawî li tecrîdê bînin."

 (eh)

ANHA


Mijarên Din