Tebqa yekemîn şehîdê xwe yê Berxwedana Rûmetê oxir kir

Di merasîma oxirkirina yekemîn şehîdê Berxwedana Rûmetê yê Tebqayê de fermandarê Hêzên Sûriye Demokratîk Omîd Gabar got: “Êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê  êrîşa li ser tevahiya mirovahiyê ye. Îro kesên ku dev ji Hêzên Sûriye Demokratîk berdane, bi xwe dev ji ewlehî û mirovahiyê berdane. Armanca me jî parastina gel e.”

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqa û gundewarê cenazeyê yekemîn şehîdê Tebqayê yê ku di Berxwedana Rûmetê de li Girê Spî şehîd bûye Şelan El-Daban bi nasnav Xalid oxir kir. ji aliyekî din ve Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîda Ebdulrezaq Bedewî bi nasnav Ebû Ezab eşkere kir.

Girseya gel piştî wergirtina cenazeyê ji Nexweşxaneya Tebqa ya Watanî ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê. Li Goristanê bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl, Hêzên Sûriye Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kom bûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir li gel torenek leşkerî ji hêla Hêzên Sûriye Demokratîk ve.

Di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin ji hêka Meclisa Malbatên Şehîdan Foza El-Ehmed, hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Şiyar Mihemed û fermandarê Hêzên Sûriye Demokratîk Omîd Gabar ve.

Axaftvanan  diyar kirin ku  li gel pêvajoya heyî berdewamkirina berxwedanê pêwîste ji ber ku pêvajoya hebûn û nebûnê ye.

Her wiha destnîşan kirin ku şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk li Serêkaniyê, Girê Spî û Eyn Îsayê û tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dîrokê bi xwîna xwe dinivîsin û jib o parastina axa herêmê cane xwe feda dikin.

Axaftvanan berxwedana şervanan li eniyan wijdana cîhanê û mirovahiyê şiyar kirin û ketin ferqa rastiya dewleta Tirk û planên wê yên mitîngerî.

Axaftvanan balkişand ser ku aliyên ku dev ji Hêzên Sûriye Demokratîk berdane bi xwe dev ji ewlehiyê û mirovahiya cîhanê berdane û Hêzên Sûriye Demokratîk hêza tekaneye ku teror tune kir.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadeta şehîdan ji hêla endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbatên wan kirin. Piştî nimêjê girseya gel di nav berzkirina dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Rûmetê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  cenazeyên şehîdan spartin axê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din