Rojnameya An-Nahar îro di raporeke xwe diyar kir, ku "Rêveberiya Xweser duşemê li Parîsê pişkinînên teqîgeha Swîsreyê pêşkêş kir û piştrast kir ku artêşa Tirk li dijî bakurê welêt di 2019`an de madeya fosforê bi kar aniye.
Li gorî rapora bi zimanê îngilîzî bi dawîbûye û AFP‘l kopyek wergirtiye, cureya birînê (Şewata bi kîmawî) ye li gel vê yekê pişkinîn isbat dike ku madeya fosfora spî hatiye bikaranîn.
Di rapora ku rojanemeyê weşandiye de hate kirin ku doktor Ebas Mensûran ê ku qurbaniyên êrişên Tirkiyê derman dikir, piştrast kir ku hin rewş ne normal in û diyar e ku çekên nû hatin bikaranîn.
Berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd û nûnerê Rêveberiya weser ê li Sûriê Xalid Îsa di kongreyê çapemeniyê yê li Parîsê axivîne û gotin, birîn û şopên ku li ser qurbaniyan derketin ku piraniya wan sivîl in piştrast dike ku çekên kîmawî li dijî wan haitne bikarnîn.
(eh)