Giuseppe Conte di civîna çapemeniyê ya piştî Meclis Ewropayê ya ku duh li Brusselsê pêk hatiye de wiha got: "Ev her du muzakereyên ku ji hêla hikumeta Fayêz El-Sirac a Lîbyayê bi dewleta Tirkiyê re hatine îzmekirin, qebûl nakin."
Giuseppe Conte wiha lê zêde kir: "Ev peyman ji aliyê navdewletî ve tevlihev in. Mîna van peymanan tu encamên girîng nadin. Lê belê helwesta çewt eşkere dikin.”
Peymanên ku dewleta Tirk bi hikumeta El-Wîfaq a bi serokêşiya Fayêz El-Sirac re îmze kirine, hêrseke herêmî û navdewletî çêkir. Her wiha Parlamentoya Lîbyayê tişta ku El-Sirac pêk aniye bi îxaneta mezin bi nav kir.
(fr)