Îtalya: Divê YE şantajên Tirkiyê qebûl neke û êrîşên li Sûriyê yekser rawestîne

Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte got divê YE xwe li hember gefên dewleta Tirk ên şandina koçberên Sûriyê ber bi YE’yê ve xwe danexîne û diyar kir ku divê Enqere êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekser rawestîne.

Li gor Reutersê, Giuseppe Conte wiha got: "Ne pêkan e Yekitiya Ewropayê (YE) van şantajan qebûl bike."

Di axaftina xwe ya li gel rojnamegeran de Giuseppe Conte wiha anî ziman: "Tirkiye bi pêşwazîkirina wê ya koçberên Sûriyê re wek alaveke şantajê bi kar tîne û divê êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekser rawestîne."

Dewleta Tirk a ku hê jî dixwaze tev li YE’yê bibe, tevî bilindkirina nakokiyên YE’yê ya qeydkirina sicîla Enqereyê di mafên mirovan de, rastî matmayînekê bi sedema nakokiyên YE’yê der barê êrîşên asmanî û bejahî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tê.

Piranî dewletên Ewropayê, rojavayî û dewletên Ereb banga rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Ji ber ku êrîşên dewleta Tirk ji nû ve çeteyên DAIŞ’ê vedijîne û li rexê bi sedan qurbaniyên sivîl pêk tên.

(fr)


Mijarên Din