Îtalya: Divê Enqere êrîşên xwe rawestîne... xetereya DAIŞ’ê hê jî heye

Îtalyayê spasiya QSD’ê têkildarî şerkirina çeteyên DAIŞ’ê kir û bang li dewleta Tirk kir ku êrîşên xwe rawestîne. Her wiha piştrast kir ku dê biryara taloqkirina firotina çekan ji Tirkiyê re bidin.

Ajansa ANSA ya Îtalyayê li ser zimanê wezîrê karên derve yê Îtalyayê Luigî de Mayo di îro ya li parlamentoyê de ragihand ku êrîşa dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xwe re bandorên karesatê li dijî mirovahiyê tîne.

Luigî de Mayo bang li Tirkiyê kir ku êrîşên li dijî Sûriyê rawestîne û diyar kir ku tu çareseriyên leşkerî li wir nîn in. Her wiha jî got divê aloziya Sûriyê bi rêya dîplomatîk çareser bibe, ne bi leşkerî.

Luigî de Mayo anî ziman ku dewleta Tirk bi tenê berpirsa gurbûna şerê li herêmê ye û diyar kir ku divê Enqere yekser êrîşên xwe yên leşkerî bisekinîne.

Luigî de Mayo piştrast kir ku dê hikumeta Îtalyayê biryara taloqkirina hinardekirina çekan di pêşerojê de ji Tirkiyê re bide û dê peymanên niha yên firotina çekan ji Enqereyê re jî binirxîne.

Luigî de Mayo da zanîn ku spasiya QSD’ê der barê kedên têkbirina li dijî DAIŞ’ê de dikin û diyar kir ku gefa çeteyên DAIŞ’ê hê heye û xeternak e. Her wiha jî got êrîşa dewleta Tirk dibe alîkariya vejandina DAIŞ’ê bike.

(fr)

 


Mijarên Din