Talebanî: Bombebarana Îranê pêşhatek metirsîdar e

Serokê YNK’ê Bafel Talebanî diyar kir ew ji ber bombebarana îro ya Îranê bi fikar e û got, ev bombebaran pêşhateyek tirsnak û metîrsîda re ku di kûrahiya Herêma Kurdistanê de çêbû. Talebanî ji hikûmeta Iraqê xwest serweriya welat biparêze û pêşî li êrişan bigre.

Serokê YNK’ê Bafel Talebanî li ser êrişên îro yên rejîma Îranê ku baregeh û navendên partiyên Rojhilatê Kurdistanê hatin hedefgirtin daxuyaniyek da.

Talebanî got, “Bi fikarek zêde li bombebarana îro ya komara Îslamî ya Îranê ya li ser xaka Herêma Kurdistanê dinêrîn. Pêşhateyek tirsnak û metirsîdare ku di kûrahiya Herêma Kurdistanê de çêbûye. Daxwaz dikîn êriş demildest werin sekinandin.”

Di dewamê de Talebanî diyar dike ti behaneyek ji bo van binpêkirinên sinor nine û metirsiyek mezine li ser aramî û ewlehiya Herêm û Iraqê. Her wiha daxwaz kir xaka Herêma Kurdistan nebe qada bi encamkirina pirsgirêkên siyasî û leşkerî û welatî nebin qurbaniyên nakokiyan.

Her wiha Talebanî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir bi erk û berpirsyartiya xwe ya ji bo parastina xaka Iraq û Herêma Kurdistanê rabe û pêşî li êrişan bigre.


Mijarên Din