Talîbanê êrîşî wîlayeta Fereh kir

Bi dan û standinên berdewam ên li gel Amerîkayê re da ku bigihîjin hevpeymaneke têkildarî şerê 18 salan li welat rû dide, tevgera Talîban îro êrîşî bajarê Fereh kir.

AFP`ê li ser zimanê berdevkê hikumeta bajêr Farûq Barakzay ragihand ku bi dehan endamên tevgera Talîban êrîşî nuqteyên artêşa Afganistanê yên li bajêr kir.

Têkildarî mijarê welatiyekî  ji bajar got tevgera Talîban nuqteya leşkeran kontrol kiriye û şer li derdora navenda polîsan rû dide.

Di heman demê de berdevkê Talîbanê got operasyoneke berfireh li wîlayeta Fereh rû dide.

Encamên şerê ku îro rû dide ne diyar e û berdevkê karên hundirîn ê Afganistanê Nesret Rehîmî wiha anî ziman: "Li gelek herêman aliyên dijber têk çûn û dê di demeke nêz de hemû êrîşkar tune bibin."

Talîbanê di demên dawîn de ragihand ku êrîşên nû dema ku dan û standinên di navbera tevgerê û Washingtonê de derbasî qonaxa xwe ya dawîn bûne û dibe ku hevpeyman bigihîje vekişandina hêzên Amerîkayê ji Afganistanê, pêk hat.

Tevgera Talîban roja yekşema borî hewldana serweriya mezintirîn bajarên wîlayeta Qendoz a bakur dike û roja yekşemê êrîş birin ser bajarê Boley ê bakurê welat.

(eh)

 


Mijarên Din