Talîbanê piştî serbestberdana girtiyên wê amadebûna xwe ji diyalogê re ragihand

Tevgera Talîban îro ragihand ku ew amade ye dan û standinên aştiyê bi hikumeta Efganistanê re bike, piştî ku bi sedan endamên wê yên ku bi sûcên giran hatibûn tawanbarkirin, serbest hatin berdan.

Çaranûsa nêzî 400 girtiyên Talîbanê li pêşiya destpêkirina diyaloga aştiyê di navbera aliyên nakok de yên ku soz dane ku lihevkirina veguhastina girtiyan beriya diyalogê temam bikin, bûbû asteng.

Bi hezaran rûspiyên Efganistanê endamên Meclisa Mezin (Loya Jirga) serbestberdana girtiyan erê kir. Loya Jirga ji serokeşîran û kesayetên bibandor pêk tê. Hin caran dicivin û biryarên girêdayî dozên nakok didin.

Li gorî AFP’ê berdevkê tevgera Talîban Suhêl Şahîn got: "Helwesta me zelal e. Eger hejmara girtiyên berdayî temam bû, em amade ne di hefteyekê de dest bi diyalogê bikin. Gera yekemîn a dan û standinan dê li Doha ya Qeterê li dar bikeve.”

Berdevkê Komîteya Ewlehiya Neteweyî Çawîd Fêsel jî wiha got: "Hikumeta Efganistanê dê du rojan de dest bi serbestberdana 400 girtiyên Talîbanê bike.”


Mijarên Din