Taktîkên Îsraîlê yên cur bi cur li Sûriye, Lubnan û Îranê

Rojnameyeke îsraîlî daxuyand ku Tel Avîv taktîkên cur bi cur li dijî Îranê li 3 eniyên Îran, Sûriye û Lubnanê bi kar tîne. Derbeyên xwe li Sûriyê zêde kirin, her wiha zanyar û nuqteyên Îranê yên li Tehranê hedef digire û fişarên siyasî û aborî li dijî wê li Lubnanê dike.

Li gorî rojnameya Jerusalem Post a Îsraîlê, Îsraîl hewl dide berjewendiyên Îranê li herêmên Rojhilata Navîn sînordar bike, her wiha Îran jî dixwaze bibe dewleteke nukleerî û hêzên xwe yên leşkerî li dewletên derdorê belav dike.

Îranê aloziya li Sûriyê derfet girt û bi awayekî rûtîn karwanên leşkerî, alav û cebilxane şandin ku piştevaniya wekîlên xwe yên lubnanî anku Hizbullahê bike.

Li gorî rojnameyê, dibe bertekên Îsraîlê li hember Îranê li gelek eniyên mîna Îran û Sûriyê û Lubnanê derkevin. Her wiha dewletek ji van her sê dewletan xetereyek e. Lê heke ev her sê li hev kom bûn, dê xetereyeke mezin çêbe. Ji dêvla şerê mezin a şerkirina Îranê, îsraîliyan hemleya xwe ya leşkerî dabeşî parçeyên biçûk kir û nermbûn li hember her yekê bi kar anî.

Li Sûriyê, Îsraîlê gelek derbeyên asîmanî li deverên bicihbûna hêzên Îran, hêzên alîgirên wê û deverên cebilxane û çekan pêk anîn, da ku barên çekên stratejîk ên Îranê negihîjin Lubnanê. Lê Îranê nexwest di derbeyên xwe de tu welatiyekî sûrî zirarê bibîne.

Lê belê taktîkên Îsraîlê li Îranê cuda ne, her wiha di destpêkê de zanyarên îranî yên xwe vedişartin, hedef digirtin. Piştre hedefên wê li dijî welatî û nuqteyên nukleerê bi kar hatin. Di vê rewşê de Îsraîl tu bijarteyeke leşkerî yan jî derbeyeke asîmanî bi kar nayne, lê belê xebateke nepenî ku pişta xwe dide çandina teqemeniyan li nuqteyên cihêreng, heye.

Nakokiya dijwar li hember Hizbullahê ya Îranê ye, ji ber ew rêxistineke berhikumî û serbixwe ye. Ji lew re Îsraîl berê xwe nade bijarteya leşkerî û ji dêvla wê fişarên siyasî û derayî bi kar tîne. Bi wê re jî gelek fişaran li piranî dewletan dike ku Hizbullah têkeve lîsteya terorê yan jî cezayên derayî lê ferz bikin.

Di heman demê de hewldanên eşkerekirina dahatûyên Hizbullah û ziwakirina çavkaniyên derayî hene. Her wiha pêdiviya wê jî bi hevkarî û koordînateke di navbera wekaletên qanûn û malî yên ji gelek dewletan heye.

(fr)


Mijarên Din