Şêxên êşîrên Tebqayê banga seferberiyê pêk tînin

Şêx û rûspiyên Tebqayê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û seferberî li dijî dagirkeran ragihand.

Şêx û rûspiyên eşîrên herêma Tebqayê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û seferberî li dijî dagirkeran ragihand.

Daxuyanî ji aliyê şêxê eşîra El-Ecîl Kerîm El-Hewaş ve li bajarokê El-Mensûra hat xwendin. Tevahî şêx û rûspiyên eşîrên herêmê beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî wiha ye:

"Em bi tundî êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermazar dikin. Em tekez dikin ku heger QSD li dijî çeteyan şer kir hemû derfetên me dê di  xizmeta hêzên me de bin.

Şerê di navbera QSD`ê û dagirkeriya Tirkiyê de dewam dike. Gelek zerarên mezin gihîştin wan, her wiha hejmareke ji tank û alavên leşkerî yên girêdayî çeteyan hatin teqandin. Ev yek bersiva êrîşên dagirkeran li dijî sivîlan di roja yekemîn a êrîşan de bû.

Armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrîşan ew e ku destkeftiyên gelê me binpê bike û aramî û ewlehiya ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve piştî ku mezintirîn rêxistina terorîst li herêmê têk bir û di aliyê erdnîgariyê de tune kir, tevlihev bike.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bi her şêwazî li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û hemû gelê herêmê bi QSD`ê re di yek mewziyê de şer bike."

(bx)

ANHA


Mijarên Din