Şêxên êlên Tebqayê serdana birîndarên QSD`ê kirin

Şêx êlên herêma Tebqayê îro serdana Mala Birîndaran a Hêzên Sûriye Demokratîk li bajarê Teqayê kirin ji bo ku ji ber fedekariyên ku di qadên berxwedanê de li dijî dagirkeriyê dane spas bikin.

Endamên Saziya Malbatên Şehîdan a Tebqayê tev li serdanê bûn. di serdanê de şêx êla El-Sexanî Fewaz El-Bêk, şêx êla El-Bû Xemîs, berdevkê şêx êlên Hims û Hemayê û şêx êla E axivîn û berxwedana şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk silav kirin. Her wiha ji birîndaran re teqez kirin ku bi saya xwîna wan a pak û berxwedana wan gelên herêm di nav ewlehiyê de ne. Jitevahiya cîhanê re isbat kirin ku vîna gelan dikare tişta nepêkan biafrîne.

Piştî axaftinan bi navê êlên herêma Tebqayê daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji hêla hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê û şêx êla El-Fedan Teysîr El-Efat ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku DAIŞ`ê careke din vegerîn herêmên Tirkiyê dagir kirine mîna Girê Spî û taxên wê. Ev tişt di qanûnên ku çeteyan li herêmên dagirkirî ferz dikin diyar bû mîna ferzkirina nîqabê li ser jinan.

Şêx êlên herêmê bi rêya daxuyaniyê peyamed dan Erdogan û diyar kirin ku wek gelên herêmê bi yekrêzî li hember Erdogan û hevakrên wî disekine. Her wiha destnîşan kirin ku dewleta Tirk herêma ewle armanc nake lê belê herêmê dagir dike û tevliheviyê di navbera gelê bakurê Sûriyê de belav dike. rûspiyan di daxuyaniyê de teqez kirin ku wek pêkhateyên herêmê tevna neteweyî xurt bûye û hezkirin û girêdana bi axê zêde bûye.

Her wiha di daxuyaniyê de bûyera qetilkirina sekretera giştî ya Partiya Sûriye Pêşerojê û lîstina bi cenazeyê wê hate şermezarkirin û wek hovantirîn sûcên der heqê mirovahiyê de hate hesibandin.

Di dawiyê de bang li rêxistinên mirovî hate kirin ku kedên xwe zêde bikin û alîkariya bi hezaran koçberên ku ji ber top û moşekên artêşa Tirk a dagirker li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûne bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din