Şêxên êlên Reqayê: Haj fitneyên Tirkiyê hebin

Şêxên êlên Reqayê destnîşan kirin ku Tirkiye hîna hewl dide ku fitneyê di navbera gelên herêmê de biafrîne. Her wiha bang li gelên Ereb kirin ku ji projeyên Tirkiyê hişyar û baldar bin.

Dewleta Tirk a dagirker di dirêjahiya şerê Sûriyê de hewl dide fitneyê bixe nava gelê herêmê û şerê navxweyî di nava pêkhateyan de biafirîne. Her wiha hewl dide bi islama siyasî zemînekê ji bo avakirina Osmaniya nû, li ser  xwîna ciwanên herêma Ereb ava bike.

Şêx û rûspiyên Reqayê ji ANHA`yê re axivîn û qala projeya dewleta Tirk a dagirker a ji bo vejandina Osmaniyan, kirin.

Şêxê êla El- Sabxa Mihemed Tirkî El-Sewan got: "Piştî rijandina xwîna gelê Sûriyê di dirêjahiya salên aloziyê de, xewna Osmanî eşkere bû. Tirkiyê dagirkeriya xwe li bakurê Sûriyê fireh kir û dest bi mudexelekirina karûbarên dewletên Ereb kir. Piştî Sûriyê Tirkiyê hewl da kaxizên dewletên Ereb lihev xîne. Bi Qeterê re bû hevalbend û aloziyek di navbera Qeter û dewletên kendavê de afirand. Qeter îqna kir ku dikare ji derdora Ereban dûr keve. Piştre desteka hinek milîsên li Lîbyayê kir."

El-Sewan bang li şêxên êlên Lîbyayê kir ku pêwîste ji planên hikumeta Tirkiyê hişyar bin, parçebûna welêt dikeve xizmeta berjewendiyên Tirkiyê.

Şêxê êla El-Alî Remedan El-Rehal a Reqayê bal kişand ser projeya Tirkiyê û got: "Tirkiye ji roja yekê ve ji aloziyên gelên Ereb sûd girt û hewl da herêma Ereb berbelav bike. Parçebûnê di navbera wan de biafrîne. Di dawiyê de Ereb li dijî hev bikar anî. Çeteyên ji Sûriyê perwerde dike û dişîne Lîbyayê."

El-Rahal wiha pê de çû: "Wek gelê Sûriyê bi taybet û gelê Ereb bi giştî divê em hişyar bin. Ji ber ku projeya Tirkiyê ne ji berjewendiya kesekî ye. Projeyek şovînîstiye ye û dibîne ku gelên Rojhilata Navîn girêdayî imperatoriya Osmanî ne. Erdogan diwaze carek din li ser hesabê xwîna gelên me vê projeyê pêk bîne."

Di dawiyê de Remedan El-Rehal bang li tevahiya gelên ku ji ber mudexeleyên Tirkiyê aloziya dijîn hişyar bin û hev du bigirin da ku projeya Tirkiyê eşkere bikin û rawestînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din