Şêxên eşîrên Reqayê: Em bi firkrê Ocalan ve girêdayî ne

Şêxên eşîrên Ereb ên bajarê Reqayê spasiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Ocalan di nameya xwe ya dawî de silav ji êlên Ereb re şandibû. Şêxên eşîrên Ereb gotin: “Em bi firkê Ocalan ve girêdayî ne.”

Şêxên eşîrên Ereb ên bajarê Reqayê têkildarî peyama dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku tê de silav ji eşîrên Ereb ên herêmê re şandibû ji ajansa me re axivîn.

Şêxê eşîra El-Zahir, Ayid El-Hadî: Di rojên dawî de nameyek ji Rêber Abdullah Ocalan ji me re hat. Tê de careke din teqezî li ser çareseriya siyasî ya dûrî leşkerî dike. Em şêxên eşîrên Reqayê banga aştiya cîhanî û hezkirina di navbera hemû gelên herêmê dikin. Em bi hemû hêz û enerjiya xwe bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re ne. Ku wan bi saya felsefeya Rêberê azadî û aştiyê Abdullah Ocalan em ji terorê rizgar  kirin.

Şêxê eşîra El-Sebxa, Mihemed Tirkî El-Soan: Ez spasiya Rêberê  Abdullah Ocalan dikim û hêvî dikin ku di demeke nêz de rizgar bibe. Abdullah Ocalan minara fikrê demokratîk ê cîhanî ye. Bi saya fikrê wî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava jiyaneke azad, demokratîk tijî hezkirin û rêzdarî de dijîn.

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din