Şêxên Besîra û Zibyan: Dagirkeriya Tirk tenê temamkirina projeya tundrew e

Şêx û ruspiyên eşîrên herêma Besîra û Zibyan ên li bejahiya Rojhilatê Dêrazorê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin: “Em ê parastina herêmên xwe bikin û di çeperên şer de li gel QSD’ê bin.”

Êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in, birîndar û şehîd hene û pêla koçberiyê zêde dibe.

Eşîrên Besîra û Zibyan daxuyanî dan, daxuaynî ji aliyê hevserokê Meclisa Siwêdan Nasir El-Hemed ve hate xwendin. Şêx, rûspiyên eşîrên herêmê, hejmarek ji serok û endamên Meclisa Herêmî beşarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li  herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cih ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan re tune ye.

Berdewamiya daxuyaniyê wan wiha ye;

“Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema çeteyan herêmên wan dagirkiribûn, gelek azar kişandin û xêr û bêra ciwanên wan talan kirin. Dagirkeriya Tirkiyê tenê temamkirina projeya terorîstî ya tundew e. Taybet piştî teror ji aliyê QSD`ê têk çûn. Em wekî eşîr û êlên bi hemû pêkhateyên xwe ve em ê li dijî terorê yekrêz bin û rê nadin ku azadî û rûmeta me têk bibin, Erdogan îro hewl dide tevliheviyê navbera gel de derxe, azdî û rûmeta me têk bibe û li herêmê projeya dîktatortiya tundew ava bike û dagir bike."

Eşîran di dawiya daxuyaniyê de banga kir ku li dijî dagirkeriya Tirk yekîtî çêbibe û gotin: “Vîna gel ji berjewendiyên Tirkiyê xurtir e. Em bang li civaka navdewlî kirin ku li dijî komkujiya li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê kirin bisekinin.”

(eh)


Mijarên Din