Şêx û rûspiyên Reqayê li hember gefên Tirkiyê bang li civaka navneteweyî kir

Şêx û rûspiyên êlên ereb ên bajarê Reqayê tekez kir ku Tirkiye armanc dike bi dagirkirina herêmên aram û ewle yên QSD`ê, niştecihên wê koçber bike. Her wiha daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku bi tundî li hemberî gefên Tirkiyê bisekine, ji ber ku bi van gefan tevahî mirovahiyê, bingeh û prensîbên Neteweyên Yekbûyî li ser hatiye avakirin tehdît dike.

Demeke dirêj e dewleta Tirk gefên êrîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û dixwaze bi rêya bicihkirina 2 milyon penaberên li Tirkiyê di xak û malên welatiyên herêmê de, herêmê dagir bike û demografiya wê biguherîne.

Der barê gefên êrîşa dewleta Tirk de, şêx û rûspiyên êlên Reqayê helwest û nerazîbûn nîşan dan.

Şêxê êla El-Mûsa El-Dahir, Ayid El-Hadî axivî û wiha got: “Tirkiyê daxuyaniyên dijberiyê li hemberî hemû pêkhateyên gelê Sûriyê dide, ev yek jî di daxuyaniyên wê yên dawîn de û niyeta wê ya dagirkirina herêmên nû ji erdnîgariya Sûriyê, diyar dibe.”

Şêx El-Hadî anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk û dagirkirina wê ji xaka Sûriyê re bi mîsaqa Neteweyên Yekbûyî re dibin nakok. El-Hadî wiha domand: “Tirkiyê, piştî Efrînê ji nû ve û li pêşçavê her kesî dixwaze proseya qutkirina cografîk ji xaka Sûriyê dewam bike, tevahiya cîhanê jî ev rêbaza siyaseta Tirkiyê ya li dijî gelê Sûriyê fêm kiriye.” 

Şêx Ayid El-Hadî, daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku demildest ji bo rawestendina gefên êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev bigere.

Şêxê Êla El-Ceabat, Telal Hilal El-Sîbat jî têkildarî gefên Tirkiyê wiha got: “Dîsa dewleta Tirk vegeriya daxuyaniyên ku dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dikin. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya dîplomasî û têkliyên derve, timî banga aştiyê bi hemû gelên herêmê re dikin û ji şer û tundiyê dûr dikevin. Her wiha li ser çareseriyên aştiyane jî teqeziyê dikin.”

El-Sîbat bal kişande ser armancên dewleta Tirk ji êrîşên muhtemel ên ser herêmê û wiha got: “Dixwaze bi dagirkirina herêmên me re niştecihên wê yên bi saya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di nava aramî û ewlehiyê de ne, koçber bike.”

El-Sîbat wiha domand: “Lê heger Tirkiye êrîşan li ser herêmên me pêk bîne, em ê dest girêdayî nemînin. Li vê derê artêşeke ji lehengan pêk hatiye, heye. Ew amade ye hemû erkên leşkerî yên ser milê xwe pêk bîne.”

Şêx El-Sîbat di dawiya axaftina xwe de jî daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku helwesteke tund li hemberî gefên berdewam ên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan bide û got: “Her êrîşeke Tirkiyê êrîşa li ser tevahî mirovahioyê ye, ji ber ku ew êrîş nirxên exlaqî û mirovî yên Neteweyên Yekbûyî li ser hatiye avakirin, armanc dike.”

(rr)

ANHA


Mijarên Din