​​​​​​​Sêx û rûspiyên Lîbya banga bersivdana êrişên Tirkiyê û projeya ixwanan kirin

Meclisa Bilind a Şêx û Rûspiyên Lîbyayê di daxuyaniyekê de banga aktîvkirina lihevkirina parastina Ereban a hevbeş kirin. Her wiha bang li Misirê kir ku mudexele bike û êrişa Tirkiyê li dijî Lîbyayê rawestînin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de bang li tevahî hikumet û gelên Ereb, cîhana îslamî, Komkara Ereban û Konseya Ewlekariyê kir ku helwestek cidî li dijî mudexeleya Tirkiyê yên di karûbarên Lîbya yên hundirîn de bikin, desteka artêşê bikin û rêzê nîşanî vîna gelê wê bidin. Her wiha banga aktîvkirina lihevkirina parastina Ereban a hevbeş a li dijî êrişa Tirkiyê kir.

Her wiha meclisê bi awayekî taybet bang li Komara Misirê kir ku mudexele bikin û êrişa Tirkiyê rawestînin. Meclisê bang li serokê parlamantoya Lîbyayê kir ku daxwaza parlamantoya Misirê ya girêdayî pêkanîna lihevkirina parastinê ya di navbera Lîbya û Misrê de bişopîne.

Li gorî ku dazgehên çapemeniyê yên Lîbyayê ragihandine, serokê hêzên asmanî ya artêşa Lîbya Saqir El-Carûşî destnîşan kir ku hêza asmanî amadekariyên mezintirîn operasyona asmanî di dîroka Lîbyayê de dike.

El-Carûşî diyar kir ku saetên bê dê li ser hinek nuqte û berjewendiyên Tirkiyê di tevahiya bajaran de bi êş be. Ew nuqte dê bibin armancên rewa û bang li sivîlan kir ku ji wan nuqteyan dûr kevin.

Enqere jî gef xwar û diyar kir ku dê encamên êrişên artêşa Lîbya li dijî berjewendiyên Tirkiyê ne baş bin.

(şx)


Mijarên Din