Şêx û rûspiyên eşîrên Tebqayê serdana konê xwepêşandanê kir

Îro danê nîvro şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Tebqa û Mensora serdana konê xwepêşandanê yê ku duh Meclisa Sivîl a Tebqayê li qada Navenda Çandê ya Tebqayê vedaye, kir da ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî mafên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li dijî jin û zarokan pêk tên, şermezar bikin.

Piştî vedana kon a duh û serdana gelek şandeyan der barê şermezarkirina sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi mafên zarokan de pêk tînin, îro şandeyek ji şêx û rûspiyên eşîrên Tebqayê serdana konê xwepêşandanê kir û piştrast kir ku piştevaniya xwepêşandêr û yekitiya tevahî pêkhateyan dikin.

Di serdana kon de şêxê eşîra El-Sexanî û endamê Meclisa Lihevanîna Eşîran a Mensora Fewaz El-Bêk axivî û berxwedana QSD’ê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ku yekitiya xak û gel dike hedef, spas kir.

El-Bêk sûcên hovane yên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi mafên şêniyên bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de bi hincetên ku tu bingeha wê tune ne ya bi hedefên pêkanîna berjewendiyên Erdogan ên mêtînger li Sûriyê û guhartina demografiya wê, şermezar kirin.

Ji aliyekî din ve jî şêxê eşîra El-Welda û hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê şêx Hamid Abdurehman El-Ferec axivî û nameyek ji serokê Amerîkayê Donald Trump re ku dê bi Erdoganê faşîst re bicive, nîşand da û wiha wiha got: "Nebe hevparê Erdogan ê xwînrijandinê li Sûriyê."

El-Ferec îşaret pê kir ku tevahî gel, pêkhate û eşîrên li herêmê planên dewleta Tirk ên hedefgirtina xaka Sûriyê û jiyana şêniyan red dikin.

Serdana şêx û rûspiyan ji kon re piştî serdana şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat.

Dê sibe, konê xwepêşandanê bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.

(fr)


Mijarên Din