Şêx Nasir Teramî hûrgiliyên hewldana suîqastkirina binketî, vegotin

Rûspiyê eşîra Şiêtat û Serokê Meclisa Eşîra Bokemal şêx Nasir Teramî dema ji civîna li herêma Meamil a li rojavayê gundewarên Dêrazorê vedigere mal di hewldana suîqastkirineke binketî re derbas dibe. Teramî hûrgiliyên vê hewldanê vedibêje û piştrast dike ku ev hewldan têkoşîna eşîran li dijî terorê naşikîne.

Di vê dema dawiyê de suîqastên li dijî şêx û navdarên eşîran ji hêla hin ajandeyan ve zêde bûn. Hedefa wê xirabkirina ewlehî, aramî ye, her wiha têkbirina baweriya di navbera eşîrên Ereb, fermandarên leşkerî û siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye.

Beriya du rojan çekdaran li ser motorsiklêtê hewl da şêx Nasir Teramî suîqast bikin. Ew suîqastkirin jî di dema şêx Nasir Teramî ji civîna Koalîsyona Navdewletî ya li herêma Meamil a li rojavayê gundewarên Dêrzorê vedigerî mal, pêk hat.

Li herêma Siwer a gundewarên rojhilatê Dêrazorê du kesên rûgirtî li motorsiklêtê siwar bûbûn, gule li erebeya şêx Nasir Teramî reşandin. Di encamê de ajokar nikarî erebe kontrok bikira û li stûna kehrebeyê ya li ser rêya nêzî gundê Berîha ket, lê tu kes tişt nebû.

Şêx Nasir Teramî wiha got: "Piştî erebe sekinî her du kesên rû girtî ji motorsiklêtê daketin û nêzî erebeyê bûn da ku piştrast bikin em mirîne yan na. Lê ez û kesê bi min re gule li wan reşandin. Bi wê re jî ew tirsîn û bi lez revîn, lê şêniyan jî li ser dengê guleyan kom bûn.

Teramî wiha domand: "Piştî erebe ji ber guleyên zêde bandor bû, êdî derî venebûn. Lê belê em li cihekî ne ku em nizanin kî bi me re ye û kî li dijî me ye, her wiha ajokar bi wan dolabên kun bûne erebe ajot heta ku em gihaştin nuqteyeke leşkerî ya li nêzî Berîha. Dûvre endamên wê nuqteyên alîkariya me kir û em ji erebeyê derxistin."

Di nava gotinên xwe de şêx Nasri Teramî piştrast kir ku ev hewldanên çeteyan ên bi hedefa afirinadina fîtneyan li herêmê bi kêr nayên û cihê xwe nagirin û wiha bi dawî kir: "Gel êdî rastiya komploya li dijî xwe, çi ji aliyê rejîm, Îran, Tirkiyê dibe çi jî ji aliyê DAIŞ’ê dibe dizane. Ew kesên wisa dikin nagihînin armancên xwe  û nikarin rêveçûna pêşketin û geşkirina li herêmê ji dema rizgarkirina wê ji DAIŞ’ê de rawestînin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din