Şêx û êlên eşîrên Reqa û Girê Spî li pişt QSD`ê û projeya demokratîk in

Şêx û êlên eşîrên Reqa û Girê Spî bi daxuyaniyekê tekez kir ku ew li pişt şervanên QSD`ê û projeya demokratîk in û diyar kir ku Tirkiye dixwaze projeya ku îradeya gelan temsîl dike, têk bibe.

Ji bo ku tev li xwendina daxuyaniyê bibin, hejmarek ji şêx û êlên eşîrên bajarên Reqa û Girê Spî ji li Qada Elem kom bûn û tekez kir ku Erdogan bi derew û behaneyan sûc û komkujiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, vedişêre. 

Şêxê eşîra El-Sebxa Mihemed Tirî El-Sûan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe DAIŞ û El-Nusra, komkujiyên li dijî mirovahiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn. Her wiha hate gotin ku bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş ku li herêmê piştî têkçûna DAIŞ`ê serwer bû, çeteyên Tirkiyê qirkirina komî û etnîk pêk tînin.

Şêxên eşîran di daxuyaniya xwe de her wiha tekez kir ku gel bi hemû pêkhateyên xwe li pişt hêza tekane ku îradeya gel temsîl dike û parastina deskeftiyên wan dike Hêzên Sûriya Demokratîk  (QSD) e.

Her wiha daxuyaniyên Erdogan ên dûrî rastiyê ku dibêje dijminahiya xwe li herêmê li ser daxwaza gelê herêmê hatiye, derewandin. Şêxên eşîran destnîşan kir ku Erdogan dixwaze desthilata Osmaniyan vejîne, ji ber wê yekê erdê Sûriyê dagir dike.

Herî dawî bang li civaka navneteweyî hate kirin ku berê xwe bidin hêviyên gelên herêmê ku dixwazin bi aramî û azad bijîn û dijminahiya Tirkiyê li ser herêmê bisekinînin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din