Şêx Feysel El-Ehmed: QSD nûnertiya me dike

Şêxê eşîra Bû Misera Feysel El-Ehmed diyar ku tu tevahî eşîrên Ereb bi QSD'ê re ne û got "Ciwanên eşîrên Ereb yek lingekî sereke yê vê hêzê ne. QSD'ê şerê terorê kir û tevahî pêkhateyên herêmê diparêze."

Ji bo derxistina nakokiyan di navbera pêkhateyên Sûriyê de gelek hewldan ji hêla hin aliyên navxweyî û dewleta Tirk a dagirker ve hatin kirin. Lê tevahî têk çûn, ji ber ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji van hewldanan hişyar in û ji armancên wan tê gihîştine.

Li ser mijarê yek ji rûspiyên qebîla Weda û şêxê eşîra Bû Misera Feysel El-Ehmed anî ziman ku eşîrên Ereb piştgiriyê didin Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), ji ber ku xaka herêmê ji terorê rizgar kir, di demekê de ku tu kes li hemberî hebûna DAIŞ'ê nesekinî.

'QSD NÛNERTIYA ME DIKE, PLANEN TIRLIYÊ JI CÎHANÊ RE EŞKERE NE'

Feysel îşaret bi armancên êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha pê de çû: "Êrişên Tirkiyê yên domdar li ser xaka Sûriyê bi hincet û buhaneyên cuda ji rastiyê dûr in. Armanc jê pêkanîna planên xwe yên mêtingeriyê li xaka Sûriyê û têkbirina vîna pêkhateyên qebûl nakin Osmanî vegerîne."

El-Ehmed bang li tevahî pêkhateyên Sûriyê kir ku piştgiriyê bidin QSD'ê li hemberî êrişên Tirkiyê û got ji bo rawestandina planên Tirkiyê li herêmê kedeke mezin bidin.

Şêxê eşîra Bû Misera diyar ku tu tevahî eşîrên Ereb bi QSD'ê re ne û ev tişt anî ziman: "Ciwanên eşîrên Ereb yek ji lingên sereke yên vê hêzê ne, QSD'ê şerê terorê kir û tu carî êrişî kesekî ne kiriye, lê belê tevahî pêkhateyên herêmê diparêze."

Şêx Feysel El-Ehmed destnîşan kir ku  komployên Tirkiyê û hêzên din ên dijber li ser herêmên Bakurê Sûriyê wê têk biçe û got: "Çawa projeya DAIŞ li herêmê bi bink et wê hemû komployên li dijî pêkhateyên Sûriyê têk biçin, bûyerên rû dan rastiya vê yekê îsbat dike ku yekitiya pêkhateyên Sûriyê ji hemû komployan bihêztir e û tiştek nikare vê yekê bişikîne ji ber rêya xelasiya Sûriyê ji aloziyê ye ku gelek sivîl kirin qurbanî."

ANHA


Mijarên Din