​​​​​​​Şêxê eşîra El-Elî: Divê vîna 5 milyon welatiyên Sûriyê were naskirin

Rûspiyê eşîra El-Elî ya Ereb bang li civaka navneteweyî kir ku vîna derdora 5 milyon welatiyên Sûriyê nas bike, yên ku teror tune kirin û yekitiya axa Sûriyê parastin.

Di aloziya Sûriyê de Rêveberiya Xweser bû nuqteyeke veguherînê ya girîng ku li şûna nêrîna dewletê ya netewperest û ya navendî bû alternatîf.

Heta vê kêliyê civaka navneteweyî israr dike ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas neke.

Şêxê eşîra El-Elî ya Ereb a li Reqayê Remadan El-Rehal got Rêveberiya Xweser nûnertiya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û destkeftiyan parast ku di şoreşê de hatin bidestxistin.

El-Rehal wiha domand: “Rêveberiya Xweser li ser tevahiya astên siyasî, leşkerî, civakî û çandî roleke çalak lîst û ew xwedî pergaleke demokratîk ya nenavendî ye. Ji ber wê ruxmî ku ev rêveberî ji şêniyên herêmê yên resen ava bûye û teror ji axa xwe qewitand, lê ajandeyên derve bi hemû rêbazan hewl didin, ev rêveberî neyê naskirin.”

El-Rehal bal kişand ser fedekariyên şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) yên ji bo parastina axa xwe dane û got: “Yekitiya di bin banê Rêveberiya Xweser de, hişt ku gelê herêmê destkeftiyên şehîdan biparêzin. Ji ber wê divê civaka navneteweyî vîna vî gelî û vîna 5 milyon sûrî nas bike ku teror tune kir û axa xwe parast.”

Şêx êla El-Elî di dawiyê de piştrast kir ku aliyên Rêveberiya Xweser di nav de şêx êlên herêmê hewl nadin ji Sûriyê qut bibin, lê belê hewl didin rêveberiya xwe ya taybet li herêmên xwe ava bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din