Şêxê Eşîra El-Bû Cabir: Gefên Tirkiyê berdewama komploya navdewletî ne

Şêxê Eşîra El-Bû Cabir a herêma Tebqayê Haşim El-Dêf got dîlgirtina rêber Ocalan dîlgirtina tevahî mirovahiyê ye, tecrîda ku li ser wî tê ferzkirin tenê di aliyê laşî de ye. Her wiha got herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro encamên fikrên ronî û mirovî diçine.

9`ê Cotmeha 1998`an xetên yekemîn ên komploya navdewletî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan derket holê. Komploya navdewletî ku wekî wê di dîrokê de pêk nehatiye, bi dehan dewlet û îstixbarat ji bo dîlgirtina kesayeta rêber Ocalan lihev kom bûn û xetên wê gihîştin komploya 15`ê Sibata 1999`an roja dîlgirtina Rêbertî û xistina wî di tecrîdê de ku ji wê rojê dest pê kir heta roja îro.

Bi rêya fikrên ku ji aliyê rêber Ocalan ve dihatin pêşkêşkirin rêya wî bi fikrên azad û mirovî hat naskirin. Ev taybetmendî hat xwendin ku li dijî wan komployek e ku hêzên cîhanî tev li wê bûn. Bi van gotinan Şêx Haşim El-Dêf asta xetereya fikrên Ocalan li ser fikrên dewletên desthilatdar raber kir û wiha got: "Kesayeta rêber Ocalan ne kesayeteke şoreşgerî ya normal e, mîna kesên di dîrokê de ku gelên xwe rizgar kirin. Rêber Ocalan ji berê de û heta niha hejmara herî zehmet bû di aliyê navdewletî de. Rêberekî pêşeng e û ji beşên kedkar e. Mîna hewldanên ku nakokiyên civakî û bidestxistina azadiyê, her wiha pêkanîna têgînên mirovî. Van hemûyan metirsiyek li ser sîstemên desthilatdar li herêmê çêkir ku desthilatê ji xwe re esas digirin."

Şêx Haşim El-Dêf di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: "Îro her mirovek azadiya xwe nas dike û ji bo bidestxistina wê di rêya têkoşînê de dimeşe. Ev yek xetereyê li ser hemû projeyên desthilatdar li herêmê bi serkêşiya hêzên navdewletî û di serî de dewleta Tirk a faşîst, ku îro ji civaka navdewletî re miqdarê binpêkirinên li dijî azadîxwaz û rûmetê li ser xaka wan tê kirin. Îro jî em beşeke biçûk ji wan dibînin. Ji ber ku her kesê banga azadiyê dike ji aliyê Osmaniyan ve tê girtin."

‘Gefên dewleta Tirk li ser herêmê berdewama komploya navdewletî ne’

Şêx Hîşam destnîşan kir ku divê her kes der barê komployên li dijî wan têne kirin de hişyar be û wiha pê de çû: "Komploya 9`ê Cotmeha 1998`an heta roja me ya îro berdewam dike lê bi şêwazên cuda. Gefên dewleta Tirk ên rojane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama komployê ne. Hewldanên binxistina projeya neteweya demokratîk ku ji aliyê fikrên rêber Ocalan esas girtiye. Ev proje edalet, wekhevî û hezkirinê di dema ku hemû gelên herêmê bi kuştin, koletiyê re rû bi rû bûn, pêk anî. Serkeftina projeya me dihêle ku bibe nimûne ji bo peydakirina çareseriyên cewherî ji şerê Sûriyê re. Her wiha deriyê tekane ku jê derkevin. Li vê derê jî dê hemû armancên hêzên komploger bi bin bikevin."

‘Bi fikrên me yên mirovî me nuqteya dawîn ji terorîstên li herêmê re danî’

Şêx Haşim behsa rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê QSD`ê ve ji çeteyên DAIŞ`ê û şerê ku di dîrokê de li beramberî çavên tevahî cîhanê hatin nivîsandin kir û wiha pê de çû: "Serkeftinên leşkerî ku ji aliyê gelê herêmê ve û di bin sîwna QSD`ê de hat kirin, ne bi çek û cebilxaneyê bû. Lê belê sedema serkeftinê û hêzê biratiya gelan bû. Ku xwîna Ereb, Kurd, Suryan û Tirkmenan li ser xaka welat tevlihev bû. Her wiha yekitî û hevgirtina wan ji fikrên rêber Ocalan hat. Fikrên ku em di rêya wê de dimeşin da ku me nuqteya dawîn di dîroka terorîstên DAIŞ`ê de û em rizgar kirin û azadiya xwe bi xwîna şehîdên xwe binivîsin."

‘Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê me berhemên fikrên Ocalan bi dest xistin’

El-Dêf di axaftina xwe de ev tiş got: "Salên dirêj derbas bûn. Rojên wekî hev bûn û ev hemû bûn sedem ku gelên herêmê bi pêşengê xwe ve werin girêdan û li derdora wî kom bibin"

Her wiha Şêx Haşim El-Dêf diyar kir ku tecrîda ku ji beriya 20 salan li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, encama wê ne girtina fikrên wî bû lê belê bi îradeya wî ew veguherand sîwaneke  ku rêyên rast diyar bike û çareseriyên siyasî bibîne û ev tişt got: "Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê me dest bi rakirina berhemên fikrên ronî kir ku me bi saya wan herêmên xwe rizgar kirin. Em ber bi pêvajoya jinûveavakirin û pêşxistinê ve ne. Hemû bingeh ji herêmên rizgarkirî re hatine peydakirin. Herêmên me hatine rizgarkirin, gel bi hevgirtin û yekitî dijîn. Ev hemû jî ji ber bandora fikrên mirovî yên rêber Ocalan in."

Şêx Haşim El-Dêf wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wek eşîrên Ereb li herêmê helwestên xwe yên diyar li derdora rêberiya xwe nû dikin. Em tekez dikin ku em ê bi hemû şêwazan ji bo bidestxistina azadiya rêber Ocalan a laşî tê bikoşin. Ji ber ku fikrên wî azad in û tu carî nikarin ji me qut bikin."

Ji 15`ê Sibata 1999`an ve rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ye. Her wiha tecrîd ji aliyê hikumeta Tirkiyê ya faşîst ve li ser tê ferzkirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din