Şêx eşîrê Benî Isêdî: Armanca Tirkiyê li herêmê fîtne û dizî ye

Şêxê eşîra Binî Isêdî, Şêx Mihemed Sadiq Isêdî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker binpêkirin û sûcan li dijî tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê pêk tîne û got: "Armanca dewleta Tirk li herêmê fitne û dizî ye."

 Dewleta Tirk a dagirker hewl dide xêr û bêrên Sûriyê bidize û tev li xaka xwe bike. Her wiha li dijî sivîlên li herêmên dagirkirî, sûcên revandin, dizîn, guhartina demokrafî, çewisandina nasname û çanda Sûriyê pêk tîne, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê fîtneyê bi hedefa tevliheviya ewlehî û aramiyê diafirîne.

Şêxê eşîra Benî Isêdî, Mihemed Sadiq Isêdî wiha got: "Ji dema aloziya Sûriyê ji deh salan ve dewleta Tirk a dagirker hovantirîn sûc û kiryaran li dijî gelê Sûriyê pêk tîne. Her wiha dewleta Tirk a dagirker idîa dike ku azadî û edaletê ji gelê Sûriyê re dixwaze, lê belê hewl dide şer di nava gelê Sûriyê de biafirîne, da ku xêr û bêrên xaka Sûriyê bi rêya komên çete talan bike. Her wiha kargehên Heleb, Şêx Necara dizîn û birin Tirkiyê."

Şêx Mihemed Sadiq Isêdî wiha domand: "Hedefa dewleta Tirk a dagirker wêrankirina xaka Sûriyê û têkbirina fikra gelê Sûriyê ye bi rêya êrişên tundraw ên komên terorîst û çeteyên DAIŞ’ê."

Şêx Isêdî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker piştevaniya komên çete kir ku gelê Sûriyê li hember hev şer bikin û got: "Di dema dagirkirina Tirkiyê ya herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de hovantirîn sûcên li dijî mirovahiyê, ji koçberkirin, revandin, dizîna mal û milên gistÎ û taybet û guhartina demografî, pêk anî."

Şêx Mihemed Sadiq Isêdî axaftina xwe wiha berdewam kir: "Dewleta Tirk a dagirker dizane rûspiyên eşîran dendika gelê Sûriyê ye. Ji lew re bi rêya şaneyên veşartî ku fîtneyê di nava şêxên eşîran û Rêveberiya Xweser de biçînin, şêxên eşîran hedef girtin. Lê eşîr bi vê yekê hesîn û zanîn ku komployek li dijî şêniyên li Sûriyê tê gerandin. Bi wê re li hember planên dewleta Tirk a dagirker sekinîn."

Mihemed Saqid Isêdî di dawiyê de bang li şêniyên li herêmên dagirkirî kir ku li pey dewleta Tirk a dagirker neçin û nehêlin ciwanên wan şerê hev bikin. Ji ber ku gelê Sûriyê bi tevahî pêkhate û olên xwe li ser yek xakê bi hev re dijîn.

(fr)

ANHA


Mijarên Din