Şêx Ebdullah Kelal Heqî koça dawîn kir

Vê sibehê meleyê Mizgefta Helwa şêx Ebdullah Kelal Bîn Şêx Mihemed Zekî di encama krîza dil de wefat kir.

Şêx Ebdullah Kelal sala 1949`an li gundê Hedad ê navçeya Til Koçerê ji dayik bûye. Li herêma Cizîrê kesayetek navdar e. Piştî ku asta seretayî li gundê xwe temam dike, li ser xwesteka bavê xwe çû Şamê da ku xwendina xwe ya navîn di Peymangeha Şêwiriya Îslamî de berdewam bike. Piştre xwendina xwe li Peymangeha Erebî ya Îslamî ya li Salihiyê temam dike.

Piştî ku asta amadehî ya beşa wêjeyê bi dawî kir, li Fakulteya Şerîa ya Zanîngeha Şamê xwend. Lê ji ber şert û mercên dijwar ku malbata wî piştî wefeta bavê wî tê re derbas bû, xwendina xwe temam nekir.

Her wiha wek mamoste xebitî û careke din xwe li zanîngehê qeyd kir lê vê carê li Fakulteya Wêjeyê beşa zimanê erebî û ji wir jî derçû û tev li ezmûnên Wezareta Perwerdeyê bû û bi serkeftî derbas kir. Piştre li dibistaneke Qamişlo û peymangehên wê heta 2008`an perwerde da.

Îro piştî nîvro merasîma oxirkirinê dê li gundê Hilwe El-Şêx ê navçeya Tirbespiyê li dar bikeve.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din