Şêx Baqî: Di avakirina komîteya destûrê ya Sûriyê de planên veşartî hene

Cemal Şêx Baqî têkildarî ragihandina avakirina komîteya destûrê ya Sûriyê destnîşan kir ku dûrxistina MSD’ê ji komîteyê pejirandina parçekirina Sûriyê ye û got “Ji çareseriya giştî ya Sûriyê re divê diyalogên Sûrî-Sûrî bên esasgirtin.”

23’yê vê mehê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres avakirina komîteya destûrê ya Sûriyê ragihand. Li gorî plana NY’yê, divê di komîteya destûrê de 150 endam hebin. 50 endam ji kesên rejîm hilbijêre, 50 ji opozîsyonê û 50 jî nûnerê taybet ê NY’ê hilbijêre, her wiha dê nêrînên pispor û nûnerên civaka sivîl li ber çavan bên girtin.

Têkildarî ragihandina avakirina komîteya destûrê ya Sûriyê sekreterê giştî yê PDKS’ê Cemal Şêx Baqî ji ajansa me re axivî.

‘Ev ne gaveke cidî û rast e’

Şêx Baqî ragihandina komîteya destûrê ya Sûriyê bi encama lûtkeya sêalî ya Astanayê ku li Enqereyê hat lidarxistin ve gireda û got: “Îran, Tirkiye û Rûsya dixwazin para xwe di çareseriya Sûriyê de çêkin da ku di pêşaroja Sûriyê de rola wan jî mezin be. Yek li pêşberî yekê ye. Ev ne gaveke cidî û rast e. Yek ji wan planên e ku ji bo serkêşiya domkirina Astanayê ye. Ya din jî di çareserkirina aloziya Sûriyê de xwe bi bandor nîşan bikin.”

Şêx Baqî anî ziman ku di komîteyê de ji sê paran parek Sûriyê cih nagire û got: “Avakirina komîteya destûrê bangeşiyeke pûç e. Her wiha li Bakur û Rojhilatê Suriyê Rêveberiya Xweser heye û ew bi rengekî rewa di vê herêmê de ye û xwediyê biryarê ye. Lê ev alî di nivîsandina destûra Sûriyê de hatiye dûrxistin. Ev jî tê wateya ku komîteya destûrê Sûriyê bi giştî hembêz nake. Bi vê avakirina komîteyê re diyar dibe ku çareseriyeke ne giştî li pêşiya me ye.”

‘Dûrxistina MSD’ê ji komîteyê pejirandina parçekirina Sûriyê ye’

Şêx Baqî di nav axaftinên xwe de diyar kir ku planên NY’yê têkildarî destûra Sûriyê hene û wiha axivî: “Di kûrahiya mêjiyê hêzên navneteweyî de herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareseriyeke cuda jê re divê.  Ev ne tenê ji aliyekî aloziya Sûriyê ye, taybetmendiyeke wê herêmê ya cuda heye. Tiştekî dîrokî yê vê herêmê heye û şaşiyeke dîrokî der barê herêmê de çêbûye. Ew şaşiya dîrokî derveyî vê komîteyê divê çareser bibe. Ev komîte nîşan dike ku yan ev parçeyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ji parçeyek ji Sûriyê ye, yan jî ev komîte vala ye ku nûnertiya giştî Sûriyê nake û nagihîje tu çareseriyê. Heger çareserî be, ev jî tê wateya biryareke veşartî ya NY’yê heye ku Rojhilatê Firatê ne di vê bazara çareseriyê Sûriyê de ye. Bi vê dixwazin Sûriyê parçe bikin. Ev jî derveyî îradeya gelê herêmê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku naxwazin Sûriya bê parçekirin.” 

‘Ji çareseriyê re diyalogên Sûrî-Sûrî esas in’ 

Şêx Baqî destnîşan kir ku ji bo destûra Sûriyê di aliye hiqûqî de pêk were, divê beriya destûra Sûriyê di navbera rejîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser de lihevkirin çêbin û destûr bikeve pîvanên qanûnî. Şêx Baqî got: “Pirsgirêkên herêmê de divê bi diyalogên Sûrî-Sûrî bên çareserkirin. Beriya danîna bendên zagonê divê esasê pêkanîna wan bendan hebe. Esasê pêkanîna wan benda piştî şerê 9 salan divê hevdîtinên Sûriyan bi Sûriyan re çêbin. Ji bo destûrê îradeya gelê herêmê û siyasetmedaran divê.”

‘Piştî planên parastina sînor bi bin ketin niha planên destûra Sûriyê’

Şêx Baqî bal kişand ser armanca dewleta Tirk a gefên êrîşî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û daxwaza cîhgirtina komîteya destûrê de û wiha pê de çû: “Parastina sînor li gorî daxwaza dewleta Tirk nebû, niha jî Tirkiyê di komîteyê de dixwaze bi bandor be. Ji bo parastina sînor gefên Erdogan ji bo bazarê ne. Ji bo rewşa hundirê Tirkiyê, Ewropa û bi zextkirina Amerîkayê re berjewendiyan dixwaze bi dest bixe. Erdogan baş tê gihîştiye ku heya xwe neke hemberî Amerîkayê nikare êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.”

ANHA


Mijarên Din