​​​​​​​Şêwirmendê qanûnî: Dîroka Tirkiyê bi binpêkirinên qanûnên navnetewî dagirtî ye

Şêwirmendê Desteya Qanûnî ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Welat Hemê got: "Hikumetên berê yên Tirkiyê û hikukmeta niha bi nerêzgirtina li hember pîvan û qanûnên navnetewî, tên naskirin. Dîroka Tirkiyê bi binpêkirinên qanûnên navnetewî dagirtî ye."

Di demên dawî de siyaseta dewleta Tirk bi temamî bû siyaseta çewisandinê. Bi girtina rewşenbîr, mafnas, rojnamevan û endamên parlamanê têr nebû û tecrîdeke neqanûnî li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz kir. Her wiha li dijî xwepşandanan tundî bi kar anî û hemû rengên xwepêşandanên li dijî siyaseta niha ya hikumetê, qedexe kir.

Li gorî malperên muxalîf ên Tirkiyê, zêdetirî 250 hezar kes di girtîgehên Tirkiyê de tên ragirtin ku piraniya wan di rewşên dermirovî de dimînin.

Şêwirmendê Desteya Qanûnî ya Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Welat Hemê, girêdayî binpêkirinên Tirkiyê axivî.

‘JI BERÊ VE TIRKIYE MAFÊN MIROVAN Û PÎVANÊN NAVNETEWÎ BINPÊ DIKE’

Welat Hemê li ser mijarê got: "Dewleta Tirk a dagirker di dirêjahiya dîroka xwe de û heta roja me ya îro, bi binpêkirina qanûn û pîvanên navnetewî tê nasîn. Bi derketina dewleta Osmanî û Kemalîst re û heta niha, dewleta Tirk mafên mirovan binpê dike û azadiyê diçewisîne. Ya herî dawî jî, di du salên borî de pêk hat. Dema  ku çalakvanên siyasî, rojnamevan û mafnas biçav kir û hemû pîvan û qanûnên navnetewî binpê kir."

Mafnasê Kurd piştrast kir ku li gorî qanûna navnetewî mafê her kesî yê derbirandina nêrînên xwe heye, lê belê rewş li Tirkiyê cuda ye.

Welat Hemê wiha li axaftina xwe zêde kir: "Piştî ku dewleta Tirk çalakvanan binçav dike, dadgehên ku tu peywendiya wan bi têgeha (darizandin) û pîvanên navnetewî  re tune ye, ava dike û hikumên ne li gorî qanûnê li wan dibire."

Welat Hemê bal kişand ser tecrîda li ser girtiyên siyasî û wiha got: "Tirkiye bi sîstemek pir xirab nêzîkî girtiyên siyasî dibe û hemû qanûnan binpê dike. Wan ji civakê qut dike û hevdîtina bi parêzer û bijîşkên wan re qedexe dike. Ev siyaseteke êşkenceya derûnî û qutkirina ji cîhana derve ye. Têkildarî mafên girtiyan pîvanên navnetewî hene ku tekeziyê bi hevdîtina bi parêzer, malbat û bijîşkên wan re dikin û divê ji cîhana derve qut nebin. "

Hemê di berdewama axaftina xwe de got: "Îro, kiriyarên hikumeta Tirk bi carekê ne li gorî qanûna Tirkiyê ne. Ji ber ku qanûn mafê parastina siyasî dide endamên parlamanê. Lê belê hikumet Tirk wî mafî derbas dike û gelek parlamanter avêtine zindanan."

Welat Hemê bang li NY kir ku bi berpirsyariyên xwe rabe û wiha got: “Komîteyên ji bo pêkanîna 6 bendên  Dadgeha Efû ya Navnetewî, ava bike. Ew bend tekeziyê bi girîngiya avakirina dest û komîteyên mafên mirovan ên serbixwe dike, ji bo şopandin û bidawîkirina kiryarên dewleta Tirk di hundir girtîgehan  de.”

Şêwirmendê Desteya Qanûnî yê Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Welat Hemê di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan kir û got: "Bêdengiya civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan li hember van binpêkirinan, wan dixe cihê hevkariya bi dewleta Tirk re."

(cx)

ANHA


Mijarên Din