Suryanên Qamişlo qurbaniyên komkujiya Simêle bi bîr anîn

Suranên bajarê Qamişlo qurbaniyên komkujiya Simêle di salvegera 86’emîn de bi bîr anîn û soza berdewamkirina hilgirtina ala gelê Suryan û hevgirtina bi gelên herêmê re li dijî gefên li ser herêmê û pêkhateyên wê, da.

Bi diruşma"Simêle di dilê Bêbe Bês Nehrîn de ye" îro, êvarê Yekitiya Ciwanên Suryanê ya pêşverû salvgera 86’emîn a qurbaniyên komkujiya Simêle ya ku gelê Suryan di sala 1933’an de tê re bi destê artêşa Iraqê, derbas bûye vejand. Ev bîranîn di lidarxistina şevbêrkeke xîtabê û hunerî û pêşandana wêneyê ya ku li Navenda Komeleya Çanda Suryanê ya kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdariya bi dehan ji Suran, mêvanên ji Kurd, Ereb ên kantonê û kesayetên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar ketiye, hat.

Xebatên bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Yekitiya Ciwanên Suryan û Partiya Suryan endamê yekitiyê Mîda Esro û bi navê Partiyê serokê şaxê partiyê Abdulehed Îshaq axivîn. Axêveran di destpêkê de qirkirina etnîkî ya ku gelê Suryan a Aşûrî li herêmên Bês Nehrên li Iraqê li ser destê artêşa Iraqê tê re derbas bûye, şermezar kir. komkujiya ku artêşa Iraqê bi mafên gelê Suryanê de sala 1933’an pêk aniye û li rexê jî komkujiyên Sêfo yên bi destê artêşa Osmanî bi mafên gelên Suryan û Ermenan de li Tirkiyê pêk hatine, şermezar kirin.

Her wiha axêveran der barê rola gelê Suryan di parastina mîraseya Suryan de ji tevahî gefên qirkirinên etnîkî, çandî û olî de axivîn. Ji wê jî zêdetir axêveran bal kişand ser pêwîstiya hevgirtina gelên herêmê da ku li hember gefan bisekinin.

Çalakiyên bîranînê bi pêşkêşkirina tîma Bermaya ya Suryanê ya hin hunerên filoklorê yên Suryanê ya şanoyê berdewam kirin. Di şanoyê de tîmê nemiriya efsaneyê û vejandina meha Tîrmehê pêşkêş kir. Li rexê jî sînefîzyonek li ser dîroka komkujiya Simêle hat pêşandan.

Çalakiyên şevbêrkê bi gera beşdaran li nava pêşangeha wêneyên komkujiyê, wêneyên şervanên Suryan a Aşûrê di wê demê de, bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din