Suryan û Keldanên Dêrikê gefên Tirkiyê red dikin

Şêniyên pêkhateyên Suryan û Keldan ên bajarê Dêrikê gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêşniya herêma “ewle” ya din bin konrola Tirkiyê de red kirin û gotin: “Dê beşdarbûna Tirkiyê ya hêrêma “ewle” bibe sedemê komkujiyan.”

Dewleta Tirk di serî de hikumeta AKP`ê hewl dide bi hênceta  herêma “ewle” ava bike da ku herêmê dagir bike û komên terorîst vejîne.

Şêniyên Dêrikê yên ji pêkhateyên Suryan û Keldan têklildarî gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêşniya wî ya herêma qaşo ewle, ji ajansa me re axivîn.

Şêniya bi navê Sîda Hena Ibrahîm a ji pêkhateya Keldan tekez kir ku gefên Tirkiyê zirarê didin ewlehiya herêmê bi tundî red dikin.

‘Tevlibûna Tirkiyê di herêma “ewle” de dê bibe sedema komkujiyan’

Sîda wiha domand: "Binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li ser gelên herêmê de gelek in bi taybet qirkirina Ermen sala 1915`an, komkujiya li ser Suryan, Keldan û tevahiya gelên herêmê de bê cudahî. Lewra em tevlibûna Tirkiyê di avakirina herêma “ewle” de red dikin. Divê gelê herêmê li hember gefên Tirkiyê bibin yek. Tirkiye bi rêya gefên xwe hewl dide Împeretoriya Osmanî li ser hesabê gelên din vejîne. Destwerdana Tirkiyê di herêmê de dê bibe sedema komkujî û kerasetan.”

Sîda îşaret bi serkeftinên ku QSD û YPG/YPJ`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bi dest xistine kir û got: “Armanca Tirkiyê ji herêma “ewle”, bicihkirina çeteyên xwe di herêmê de, hejandina ewlehiya herêmê û talankirina milkên şêniyan e.”

Gebriyêl Ibrahîm Lehdo yê ji pêkhateya Suryan jî got: "Tirkiye bi hinceta herêma “ewle” armanc dike herêmê dagir bike. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kontrol bike û fîtneyê di navbera gelan de belav bike."

Lehdo behsa komkujiyên Tirkiyê yên li ser pêkhateyan kir û wiha got: “Bi taybet qirkirina Sefo. Di encamê de bi hezaran xiristiyan hatin qetilkirin. Armanca sereke ya Tirkiyê ji bo avakirina herêma “ewle” vejandina çeteyên xwe, pêkanîna planên xwe û peydakirina herêmekê ji bo çeteyên xwe ye.”

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din