Stêrk Kobanê: Hêzên desthilatdar di kesayeta jinan de tundiyê li ser civakê dimeşînin

Ji fermandarên YPJ`ê Stêrk Kobanê piştrast kir ku hêzên desthilat û dagirker bi rêya serdestiya li ser jinan, hewl didin civakê bixin bin destê xwe û di kesayeta jinan de tundiyê li dijî civakê dimeşînin.

Îro Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê ye. Bi vê boneyê ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Stêrk Kobanê got: "Jin bi saya mîrate û çanda dayikên xwedawend gihaştinê vê astê, ji ber ku jinên xwedawend di pêvajoya dîrokê de ked dane û bûn çavkaniya jiyanê. Tevahiya civakê li derdora xwe kom kir, çand û exlaq pê da naskirin û jiyan watedar kir."

Stêrk Kobanê destnîşan kir ku jin bi jîrbûn û bi hêza xwe, roleke sereke di nava civakê de lîst, ji ber çavkaniya bedewbûn, avakirin û pêşxistinê bû. Stêrk ev yek li gotina xwe zêde kir: "Di hemû şoreşên cîhanê de jin pêşeng in, ji ber ku her tim parastina civaka xwe dikir û dema civaka perîşan dibîne, bê deng namîne û xwe berpirsyar dibîne, lewra li hemberî xetereyên li dijî hebûn, welat û gelê xwe disekine û di xetên pêş de cihê xwe digire. Jin xwedî rihekî têkoşer û bi israr in."

Stêrk wiha domand: "Hêzên desthilatdar û dagirker bi rêya çewisandina jinan, dixwazin civakê kontrol bikin, lê jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî rûdanên hundirîn û yên derve sekinîn, tev li hemû qadên xwe, di nava saziyan de xwe bi rêxistin kirin, tev li qadên siyasî, leşkerî û çapemeniyê bûn. Jin di Şoreşa Rojava de gihaştin wê baweriyê ku azadiya civakê azadiya wê ye jî."

Stêrk Kobanê wiha pê de çû: "Jinan bi têkoşîna xwe vîna xwe îsbat kir û di eniyên şer de îsbata cesaret û wêrekiya xwe kir. Hemû pîvanên civakî û paşverûtî ku sînoran dixin navbera jin û mêran, derbas kirin."

Stêrk Kobanê da zanîn ku Şoreşa Rojava û di nav de şoreşa jinan, tevlêbûna wê ji hêzên leşkerî re, rojbûneke nû bû, jinan dema fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan nas kir, îsbat kir ku dikare parastina xwe û zayenda xwe ji tundiyê bike. Jin gihaşt asteke zanistî û ji bo hemû jinên cîhanê bû pêşeng.

Di dawiyê de ji fermandar Stêrk Kobanê ev yek got: "Em wek hêzên YPJ`ê, erka dîrokî û bingehîn ku dikeve ser milê me; berxwedan û têkoşîna li hemberî hemû hêzên desthilat e, pê re civakeke demokrat, azad ku wekhevî tê de mîsoger be, ava bikin û jinan bigihînin azadiya wan."

(eh)

ANHA


Mijarên Din