​​​​​​​Îstixbarata Tirkiyê ji şêniyên Bakur û Rojilatê Sûriyê çi dixwaze?

Îstixbarata Tirkiyê ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi dixwaze? Di demên dawî de çi kir? Ciwanên herêmê bi çi rêbazan dixe û bi kar tine? Mukir hatinên hin ajanan ku sibê di ANHA'yê de werin weşandin de wê bersiva van pirsan were dayîn.

Saziyên Ewlehiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmarek ajanên MIT'ê ya Tirkiyê li herêmê girtin. Dewleta Tirk erkên cûda spartibû wan a ku ewlehî û aramiya herêmê xirab bike.

Di roportajên ku ji sibê şûn de di ANHA’yê de bikevin weşanê wê rastiya şerê qirêj yê taybet raxe ber çavan.

Ji destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê di sala 2012'an de, dewleta Tirk hewl dide destkeftiyên ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kedeke mezin bi dest xistine, têk bibe. Dewleta Tirk ji bo ku van armancan pêk bîne, hemû cûre dijminahî û êrişan pêk tînin, komên çete yên mîna El-Qaîde, DAIŞ û El-Nusra, an jî komên ku bi xwe ava kirine û ajanan bi kar tîne.

Gelo dewleta Tirk bi destê van ajan dixwaze di herêmê de çi bike? Van kesên ku dike ajan bi çi rê û rêbazen bi kartîne? Di hedefa van ajanan de bi taybet kîjan beşê civakê angu kî hene?

Hûn dikarin di roportajên ku wêj ji sibê û şûn de, di ANHA’yê de werin weşandin bersiva van pirsan bixwînin.

ANHA


Mijarên Din