Stasyoneke nû ji bo hilberandina kehrebeyê tê amadekirin

Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê ji bo kêmkirina zextê li ser stasyona çêkirina kehrebê ya navçeya Sedadê û zêdekirina saetên dayîna kehrebeyê ji şêniyan re stasyonek nû li Cibisaya Şedadê amade dike.

Projeya stasyona enerjiya kehrebe ya Cibisayê di Adara 2018‘an de dest pê kir. Stasyon ji  3 devikekên gazê, her devikeke bi hêza mîga wat e pêk tê.

Mûdirê Desteya Enerjiyê ya herêma Cizîrê Ekrem Silêman anî ziman ku ji sedî 75 proje pêk hatiye, tê payîn ku di nava du mehên pê de bikeve xizmetê.

Proje ji 3 beşan pêk tê, beşê yekem sazkirina sê devikên gazê, her devikeke bi hêza 10 MW e, beşê duyemîn a stasyonek bi hêza 66 KV ye, yê sêyemîn jî dirêjiya 20 km xetên kehrebê bi hêza 66 KV, da ku stasyona veguhestinê ya Cibisa û bajarê Hesekê ve girêdide.

Rêvebera projeyê Sîlva Selahedîn Osman anî ziman ku armanc ji vê projeyê ew e ku bare li ser devikên din sivik bike û kehrebê bide şêniyên navçeya Şedadê û bajarokên girêdayî wê wekî Mergeda, Deşîşa û hin deverên din. Sîlan diyar kir ku her sê devikên stasyonê dê zêdeyî 25 MW kehrebe çêke.

Sîlva Osman got, der barê dayîna kehrebeyê de dê navçeya Şedadê ji Hesekê bû qutkirin, devikên Sedê dê kehrebeyê bide Hesekê û yên Cibisayê dê bide herêmên başûrî Hesekê.

Ji kargehên sererastkirinê yên Desteya Enerjiyê Silêman El-Dayîh anî zêdeyî nîvê projeyê pêk hatiye û di demeke nêzî de wê bikeve xizmetê.

ANHA


Mijarên Din