Stasyona ava Seiwa ya Dêrazorê dikeve xizmetê

Şaredariya Gel a Seiwayê ya gundewarên rojavayê Dêrazorê, projeya stasyona ava vexwarinê ber bi dawîbûnê ve bir. Projeyê destpêka vê mehê de dest pê kir da ku pêdiviyên gel û azarên bi salan çareser bikin.

Hejmara şêniyên bajarokê Seiwayê nêzî 18 hezar e, ji salan ve piştî qutbûna ava stasyonên Hemar Elî û Zixêr di dema hebûna çeteyên DAIŞ’ê li herêmê de, şênî ava vexwarinê ji xwediyên sarincan dikirin.

Piştî zêdebûna şêniyan û pêla koçberiyê li herêmên ku av lê heye, mîna gundê Hemar Elî û Zixêr, bar girantir bû, bi wê re jî ava vexwarinê bi temamî ji ser Seiwayê qut bû.

Piştî rizgarkirina herêmê û damezirandina Meclisa Sivîl a Dêrazorê û Şaredariya Gel a Seiwayê, êdî barê wê dabînkirina ava vexwarinê ji şêniyên bajarokê re ye, her wiha lêkolînên guncaw ji bo avakirina stasyona parzûnkirinê ya ji bo ava vexwarinê li bajarok pêk anîn.

Ji destpêka vê mehê de, komîteya avê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê û Şaredariya Gel a Seiwayê stasyona avê ava kir. Stasyon ji depoya çîmento ku tê de 3 felterên parzûnkirin û 2 jenerator hene.

Li gorî hevserokê Şaredariya Gel a Seiwayê Zekeriya Esaf di çend rojên bê de li gel avakirina torên avê bi dirêjahiya 2 km bi dawî bibe û bikeve xizmeta gel.

)fr(

ANHA


Mijarên Din