Stasyona ava Baxozê dê 25 rojên dîtir bikeve xizmetê

Komîteya Xizmetguzariyan a Meclisa Gel a Baxozê bi hevkariya bi Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê de dest bi jinûve sererastkirina stasyona ava Baxozê kir. Her wiha dê stasyon 25 rojên dîtir bikeve xizmetê.

Stasyona ava Baxozê ji stasyonên avê yên sereke li gundewarên rojhilatê Dêrazorê ye. Ji ber ji nêzî 45 hezar şêniyên li Baxoz û guhndewarên derdorê re avê dabîn dike. Stasyona di 1999’an de hat çêkirin.

Di encama sûcên wêrankirinê de ya ku çeteyên li herêmê pêk anîne, stasyona ava Baxozê ji xizmetê derket. Ji ber jenatorên li stasyonê li ser kehrebeyê dixebitîn û qutbûna kehrebeyê bû sedema sereke ya rawestandinê.

Di dema çeteyên DAIŞ’ê li Baxozê de serwer bûn, stasyona avê ya Baxozê mîna nuqteya sereke bi kar anîn, ew jî bi sedema cihê wê yê statejîk û girîngiya wê bû. Li aliyekî din jî nêzbûna wê ji sînorê Iraq-Sûriyê û rêya navgîn a di navbera Iraq-Sûriyê de ji aliyê Cizîrê ve, hişt ku çete stasyonê bi kar anî.

Di dema beriya rizgarkirina Baxozî de ku ew jî berîka dawîn a DAIŞ’ê bû, çeteyan tiştên di stasyonên de dizîn û wêran kir. Di encamê de stasyonê bi temamî ji xizmetê derket.

 ‘AMÛRÊN STASYONA AVÊ YA BAXOZÊ Û HÊZA WÊ YA BERHEDANÊ’

Stasyona ava Baxozê ji du jenatorên bi boriyên kişandina avê yên 8 inch ve girêdayî,  xezaneya avê ya ji çemento, 5 filterên parzûnkirin û dezenfekterkirinê , her wiha du jenatorên dehvdana avê li torên boriyên 4 inch pêk dihat.

Hêza stasyonê ya derxistina avê 160 metrekab di çirkeyekê de ye, avê dehv dide toreya boriyan a mezin a bi navê tora pilindirê, ew jî ji ber pirbûna şax û mezibûna wê hat binavkirin. Dirêjahiya boriyan 15 kîlo metre ye, avê ji gundê Baxozê heta bi herêma Mozan a rojavayê Baxozê ya girêdayî wê dehev dide.

 ‘STASYONA AMBULACÎ LI BAJAROKÊ BAXOZÊ’

Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazoê di vê dawiyê de stasyoneke biçûk li bajarokê Baxozê fena çareya ambulancî ava kir. Ew stasyon ji jenatora dehvdana avê ya yekser li toreyê pêk tê û avê dide 9 taxên bajarok. Ji vê stasyona biçûk nêzî 15 hezar şêniyên Baxozê sûdwar e.

Berpirsê xizmetguzarî yê Meclisa Gel a Baxozê Mihemed Taimê diyar kir ku xebata ji bo sererastkirina stasyona ava Baxozê berdewam e û dê di 25 rojên dîtir de bi dawî bibe. Taimê soz da şêniyan ku di vê demê de dê ew stasyon bikeve xizmetê.

Di vê dawiyê de şandeyek ji Rêveberiya Xweser serdana projeyên xizmetguzarî yên li herêmê kir, Rêveberiya Xweser piştrast kir ku dê tevahî pêdiviyên şêniyan pêk bînin, lê belê dem jê re pêwîst e.

(fr)

ANHA


Mijarên Din